'Navê Kobanê bû keleha berxwedanê' 2024-01-26 09:07:43     Mîdye Miqted   HELEB - Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD'ê Cîhan Berkel têkildarî 9'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê da zanîn bi saya berxwedana welatiyên Kobanê û bi pêşengiya jinan bajarê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin û got:"Bi berxwedanek bêhempa şerê li dijî DAÎŞ'ê û dewleta tirk hat meşandin. Lewma navê Kobanê bû keleha berxwedanê. Bi taybet jinan jî cihê xwe di vê berxwdanê de girtin û yek ji mînaka sereke pakrewan Arîn Mîrkan bû. Wê bi çalakiya xwe ya fedaî li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Kobanê wiha hat rizgarkirin û îro em jî xwedî li vê berxwedanê derdikevin."   Çeteyên DAIŞ'ê di Adara 2014'an dest bi êrişên li dijî Kobanê kirin. Heta tîrmeha heman salê êriş bi awayekî rojane dewam kirin. Çeteyên DAIŞ'ê di 2'yê Tîrmeha 2014'an jî êrişa berfireh a ji bo dagirkirina Kobanê dan destpêkirin. Li gor gelek çavkaniyan piştevaniya dewleta tirk a bi DAÎŞ'ê re jî hat belgekirin. Bi vê re çeteyên DAIŞ'ê xwe gihandin heta ber deriyê sînor ê Kobanê. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan wê rojê got, Kobanê ha ket, wê bikeve. Ji 5'ê Cotmehê heta 8'ê Cotmeha 2014'an bi milyonan kurd û dostên kurdan li dijî êrişan daketin qadan û berxwedaneke mezin kirin. Piştî serhildan û berxwedaneke mezin a bi pêşengiya jinan a 134 rojan, di 26'ê Çileya 2015'an Kobanê hat rizgarkirin. Dîsa di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê êrişeke din pêk anî. Wê rojê, piraniya wan jin û zarok, 271 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê bersiva van êrişana hatin dayin û wê demê nêzî 100 çete hatin kuştin.    Bi munasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Cîhan Berkel nirxandin kir. Cîhanê da zanîn li Kobanê gel berxwedanek mezin da û wiha got:"Kobanê bi berxwedana xwe di dîrokê de cihê xwe girt."   'Gelê Kurd li dora şoreşê kom bû' Cîhanê bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû:" Gelê Kurd ê daxwaza azadiya xwe dikir di Kobanê de berxwedana xwe dewam kir. Bi saya şoreşa Rojava berxwedan mezintir bû û Gelê Kurd li dora şoreşê kom bû. Gelê Kurd bi rêya şoreşê xwe gihand azadiya xwe. Her wiha kurdan xwe ji nû de bi rêxistin kirin lê belê ev bi xweşiya dewleta tirk û hevkarên wê neçû û ji bo qirkirina kurdan êriş bir ser bajarê Kobanê. "   'Bi saya berxwedana gel, daxwaza dewleta tirk pêk nehat'   Cîhanê da zanîn ku bi armanca tunekirina projeya demokartîkbûnê dewleta tirk êrîşên xwe bir ser bajarê Kobanê û wiha pê de çû:"Di bajarê Kobanê de rêxistinbûnek hatibû avakirin. Gel xwe bi rê ve dibir. Ev yek jî di bin sîwana projeya demokratîkbûnê dihat dewamkirin. Lê belê ev yek bi xweşiya dewleta tirk û hevkarên wê neçû û bi çeteyên DAÎŞ'ê re êrişî Kobanê kirin. Dewleta tirk xwest çeteyên DAÎŞ'ê li bajêr bi cih bike. Lê belê Gelê Kurd li Kobanê berxwedanek mezin da û bi saya berxwedana gel, daxwaza dewleta tirk pêk nehat. "   'Navê Kobanê bû keleha berxwedanê'   Cîhanê eşkere kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hemî hêza xwe, bi hemî çekên xwe yên giran û yên qedexe êrîşên xwe bi ser bajarê Kobanê û wiha got:"Lê belê li dijî vê yekê gel bêdeng nema. Bi berxwedanek bêhempa şerê li dijî DAÎŞ'ê û dewleta tirk hat meşandin. Lewma navê Kobanê bû keleha berxwedanê. Bi taybet jinan jî cihê xwe di vê berxwdanê de girtin û yek ji mînaka sereke pakrewan Arîn Mîrkan bû. Wê bi çalakiya xwe ya fedaî li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Kobanê wiha hat rizgarkirin û îro em jî xwedî li vê berxwedanê derdikevin."   'Hevgirtina Gelê Kurd a di Rojavayê Kurdistanê de'    Cîhanê diyar kir ku bi şerê Kobanê re yekîtiya gelê Kurd, di Rojava de derket pêş û wiha dom kir:"Di vî şerî de hin xalên girîng ên hêjayî serkeftinê ne, derketin pêş. Yek ji wan hevgirtina Gelê Kurd a di Rojavayê Kurdistanê de bû. Her wiha piranî dewletên derveyî xaka Sûriyeyê ji bo berxwedana Kobanê û têkbirina DAÎŞ'ê bûn destek."     'Helwesta gel her berxwedan bû'   Cîhanê da zanîn dewleta tirk ji bo DAÎŞ zindî bibe êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û wiha bi dawî kir:" Gelê Kobanê li dijî êrişan li berxwe da. Li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin meşand. Li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên DAÎŞ'ê her car helwesta gel berxwedan bû. Wê li dijî êrişan berxwedana gel dewam bike."