Kampanya TJA’yê meha 5’an de ye: Em têkoşîna azadiyê rêxistin dikin 2024-01-26 09:02:23     Zelal Tunç   WAN - Kampanya "Bi jin jiyan azadî, ber bi azadiyê ve" a TJA’yê di meha 5’an de didome. Endama Lijneya Weşana Jineolojiyê Dîlan Yildiz, 5 mehên kampanyayê nirxand û da zanîn ku kampayan li dijî her cureyê tundiyê têkoşîna azadiyê rêxistin dike.   Tevgera Jinen Azad (TJA) li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Bi jin jiyan azadî, ber bi azadiyê ve" di 15’ê Îlonê de li Rihayê kampanya da destpêkirin û wê heta 8’ê Adarê bidome.  Xebatên jinan di çarçoveya kampanyayê de didome.   TJA’yê li Wanê di 16’ê Îlona 2023’yan de starta kampanyayê da. Di çarçoveya xebatan de TJA’yê tax bi tax kolan bi kolan xwe rêxistin kirin pêk anî û atolyeyên hişmendiyê ya li dijî tundiyê pêk anîn. Endama Lijneya Weşana Jineolojiyê Dîlan Yildiz, 5 mehên kampanyayê nirxand û da zanîn ku kampayan li dijî her cureyê tundiyê têkoşîna azadiyê rêxistin dike.   Encamên baş derketin holê   Dîlanê diyar kir ku çarçoveya kampanyayê de wek jineolojiyê atolye pêk anîne û got: “Me di atolyeyan de hezkirin, hişmendî û têkoşîna zayendê nîqaş kir. Atolyeyên tevlihev pêk hatin û me li ser tecrîdê nîqaş meşandin. Atolyeyên me li ser van sernavan meşiya. Encamên erênî ji atolyeyan hat girtin.”   Li 9 bajarên serhedê atolye   Dîlanê, destnîşan kir ku li 9 bajarên Serhedê atolye pêk anîn û wiha domand: “Me di atolyeyên xweser de hişmendiya zayendê nirxand û me piştgirî da hev. Me dît ku hewcedariya me bi hev heye. Li ser vê sekinandin û derketina xweza û  dîroka xwe  ew  rêxistinbûn mezin kir. Derxistina hevzayendî û bilindkirina hestan şopek giran li ser me kir. Di atolyeyên tevlihev de jî di atolyeyên ‘mêrtiyê’ de jî hişmendiyek derket holê.  Îro mijara mêrtiyê bûye sedema ku jin xwe ewle hîs nakin. Di atolyeyên hatin kirin de pirsgirêka mêr çawa derketiye holê, bandorek çawa li jinan kiriye, hat nîqaşkirin.”   ‘Hişê mêr ji kuştinên jinan xwedî dibe’   Dîlanê destnîşan kir ku bi salane tundiyeke mezin li ser jinan didome û wiha bi lêv kir: “Di esasa vê de hişê mêr-dewletê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê heye. Em hemû dizanin ku sûcên li dijî jinan ji ber polîtîkayan pêk tên. Kampanya bi soza azadiyê tê meşandin. Kampanya me li dijî her cureyê tundiyê têkoşîna azadiyê rêxistin dike. Em di têkoşîna azadiyê jinê de ji xwe re gotinê dibêjin, xwe rêxistin dikin. Em ê azadiya xwe têkoşîna rêxistinbûnê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de em her roj li kolanane. Jin Jiyan Azadî wê ji sedsalan re bibe îlham.”