Li Mêrdînê nobed bi serdanan didome 2024-01-25 16:13:41     MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi serdanan berdewam dike. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê dewam dike bi serdanan didome.    Di çalakiya ku ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve tê bi rêvebirin bi stran û berzikirina dirûşmeyan berdewam dike. Ji Dayikên Aştiyê Şukriye Çetîn axivî û got: "Divê Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Nebiyê min girtî ye. Em ê her tim piştevaniya zarokên xwe bikin. Divê kes din zilmê nebîne. Divê aştiyeke bi rûmet pêk bê, şer bê rawestandin û serokê me azad bibe."    Çalakî bi gotina stranan berdewam kir.