Li Amedê Nobeda Edaletê di roja 51'ê de ye 2024-01-25 14:53:42     AMED - Nobeda Edalet di roja 51'ê de dewam dike. Îro jî rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Hezroyê çûn serdana nobedê û di çalakiyê de banga bibin dengê girtiyan hat kirin.    Li Amedê Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rezanê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY- DER) hatibû destpêkirin di roja 51'ê  de dewam kir. Kesên tevli çalkiyê bûn pêşmalkên li ser wan nivîsa "Tecrîd sucê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Nobeda ku ji aliyê rêveberiya DEM Partî ya Hezroyê û namzedên hevşaredariyê yên navçeyê ve serdana wê hat kirin, kesên ku tevli çalakiyê bûn jî stranên berxwedanê gotin û helbest xwendin. Di çalakiyê de banga bibin dengê girtiyan hat kirin.   Di nobedê de dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Serdanên çalakiyê di nava rojê de jî dewam kirin.