Nobeda Edaletê bi serdanan dewam dike 2024-01-24 16:20:16     İZMİR - Li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya bi sernavê "Ji Ocalan re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de Nobeda Edaletê ya ku hat destpêkirin  di roja 13'an de dewam dike.    Çalakiya nobedê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran a  Egeyê (EGE TUHAYDER), dayikên girtiyan û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, li Nûnertiya Partiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya EGE'yê di roja 13'an  de berdewam kir. Li salona ku çalakî lê tê lidarxistin pankartên bi diruşmên "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan"  û "Li dijî tecridê berxwedan" hatin daliqandin.  Çalakiya nobetê îro ji aliyê Platforma Jinan a Îzmîrê ya Jin Bi Hêz Bi Hev re Bi hêz in (KBG), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) ya Îzmîrê, ANYAKAYDER û gelek welatiyan ve hat ziyaretkirin.   'Di vê rêyê de ne bi tenê ne'   Li ser navê KBG'ê ya Îzmîrê Zîlan Tayboga axivî û diyar kir ku ew nobeda edaletê ya li dijî tecrîdê silav dikin û ji bo berfirehkirina têkoşînê li vir in. Zîlan got, “Em bûne şahidê gelek ji van nobetên edaletê ku bi salan e berdewam dikin. Ji bo berfirehkirina hevgirtin û têkoşînê li vir em tercîh dikin ku bi hev re bi pêş ve biçin û hûn ne tenê ne. KBG Îzmîr jî bi we re ye. Em ê bi têkoşîna we re bi biryar bimeşin û bi biryardarî li ber xwe bidin, ji ber vê yekê em li vir in."   'Divê dilê dayikan neşike'   Piştre Hevseroka ANYAKAYDER'ê Rahîme Turan axivî û diyar kir ku ew êşa dayikan dizanin û ji ber vê yekê divê piştgirî ji dayikên nobeda Edaletê re bê dayîn. Rahîme got, “Divê dilê dayîkan neşike. Pêwiste ku em piştgiriyê bidin wn. Ez her kesî silav dikim."   Wê dest bi greva birçîbûnê bikin   Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Îzmîrê Aylîn Aker bi bîr xist ku ESP ji bo piştgiriyê bide grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir. Aylin da zanîn ku wê li Îzmîrê jî greva birçîbûnê bê destpêkirin û got, “Em ê li Îzmîrê jî di 31’ê Çile, 1’ê Sibatê û 2’yê Sibatê de li avahiya partiya xwe ya li Alsancakê bi armanca piştgiriyê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan pêk bînin."    Çalakiya nobetê bi stran û serdanê dewam kir.