Nobeda Edaletê: Em ê Serokê xwe ji girtîgehê derxînin 2024-01-23 16:25:13     MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Kadriye Akar di Nobeda Edaletê de axivî û got, “Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehê de bên berdan. Em ê Serokê xwe ji girtîgehê derxin. Dest bidin hev û vê bêrûmetiyê qebûl nekin."   Çalakiya nobedê ya li Mêrdînê ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin, li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê didome. Di Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Dayîkên Aştiyê û xizmên girtiyan ve hate lidarxistin de stran hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin . Li gel Rêxistina Navçeya Dêrikê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan( DEM Partî) gelek welatiyan serdana nobedê kirin.   'Bêrûmetiyê qebûl nekin'   Dayika Aştiyê Kadriye Akar di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya Ocalan di çalakiyê de ne û got, “Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehê de bên berdan. Em dixwazin serokê xwe ji girtîgehê derxin. Em ji vir silavên xwe digihînin Îmraliyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku destê xwe bidin hev û vê esaretê qebûl nekin. Dest bidin hev û vê bêrûmetiyê qebûl nekin."