'Hêj meh bi dawî nebûye 17 jin hatin qetilkirin 2024-01-23 09:05:19     WAN -  Beriya dawiya meha yekemîn a salê xilas bibe hejmara jinên ku li gelek bajarên welat û di dîrokên cuda de hatin qetilkirin gihişt 17’an. Zêdebûna şîdetê bi polîtîkaya dewletê ve girêdayî ye û aktîvîstên TJA'yê banga têkoşînê li jinan kir.    Şîdeta sîstematîk a li ser jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtîkayên hikûmetê û pêkanînên bêcezakirinê yên darazê tê teşwîqkirin. Di hesabên medyaya dîjîtal de ku rojek beriya dawiya meha yekem a salê hema bêje du jin tên qetilkirin, di hesabên medyaya dîjîtal de kujer weke "mexdûr" tê nîşandan.  Li Wanê tenê di sala 2023'yan de 462 jinan serî li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Wanê dane, li bajarên din ên welat jî bi hezaran jin wekî mexdûr serlêdan kirine.   Derbarê şîdeta li hemberî jinê û polîtîkayên bêcezahiştinê de endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kaya ji ajansa me re axivî.   Zeynep, diyar kir ku şîdeta li hemberî jinan girêdayî polîtîkayên îktîdarê pêk tê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber wan polîtîkayan her roj jin û zarok tên kuştin. Bêcezahiştina kiryaran jî rê li ber zêdebûna kuştina jinan vedike. Kiryar ji bêcezabûnê cesaretê digire. Hefteya borî li navçeya Artemêtê kiryar Îbrahîm Atiş jina ku pêre zewicî bû qetil kir û piştre çû qereqolê. Ji ber ku dizane ku dê bêceza bimîne û dê serbest bê berdan."    Zeynep, di axaftinan xwe de bal kişand Mûsa Orhan û rewşa Îpek Er û wiha bi lêv kir: "Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er hat girtin û piştre demildest hat berdan. Jinên ku dibêjin bila jin neyên kuştin, zarok nemirin, tecawizkar û êrişkar bên girtin tên darizandin. Lê kujerên jinan jî serbest tên berdan."   Zeynep di dawiya axaftina xwe de banga hestiyariyê li rayagiştî kir û got: "Li dijî şîdeta li hemberî jin û zarokan dê têkoşîna xwe mezin bikin. Her wiha divê her kes li hemberî şîdeta li dijî zarok û jinan hestiyar tevbigere û bertek nîşan bide. Bila kiryar tu carî ji daraz û polîtîkayên îktîdarê cesaretê negire.