Zarokên winda, cemaet û Jeffrey Epstein a li kêleka me 2024-01-23 09:02:58     Melek Avci   ENQERE - Qada navneteweyî dosya Epsteîn ku tora îstîsmar û bazirganiya zarokan e, diaxive, bêcezahiştina navê kesên di dosyayê de jî tên veşartin. Parêzer Hediye Gokçe Baykal navê welatiyekî Tirkiyeyê ku di dosyayê de derbas dibe û zarokên winda, têkiliya bi cemaetan re bi bîr xist û got: “Li welat pirsgirêka ewlehiya zarokan heye.”   Bi hefteyane cîhan belgeyên nû yên dosya karsaz Jeffrey Epsteîn ku di 2020’an de li DYA’yê  ji îstîsmara li hember zarokên keç hat girtin û li girtîgehê mirî hat dîtin diaxive. Wê demê dadgeh tenê li ser şexsê ku sûc kiriye sekinî û di hefteyên borî de 19 dosya ji rayagiştî re aşkera kirin. Di encama lêkolîna rojnamegeran de kesên di rêxistina sûc a organîzekirî de ku di nav de parêzer, karsaz, dozger û gelek kesên din heye derket holê û der barê van de lêpirsîn nehat vekirin di belgeyên 950 rupelî de  wêneyên zarokên keç, dîmen û ligel vê navê 200 kesî derbas dibe. Di nav van de welatiya Tirkiyeyê N.B.K jî heye û îdiayên ku ji Tirkiyeyê zarok hatine revandin û tevli vê tora bazirganiya mirovan bûye hene.   Parêzera Komeleya Ewil Jin û Zarok parêzer Hediye Gokçe Baykal der barê zarokên winda yên erdhejzede û kesa ji Tirkiyeyê N.B.K ya di dosya Epsteîn de cih digire de axivî.   ‘Ev têkilî piştî erdheja 99’an nîşan dide’   Hediyeyê da zanîn ku dema belgeyên dema dawî derketine holê lêkolîn dikin, tora sûc bandor li gelek welatan kiriye û wiha vegot: “Aliyekî wê jî digihêje Tirkiyeyê. Ji ber di belgeyan de di nava kesên derbas dibin de welatiyên Tirkiyeyê jî hene.  Piştre vê kesê rewş derewand. Got ne ew e  lê mixabin fikar mezinin.Piştî  erdheja 99’an bi Tirkiyeyê re têkilî tê danîn. Piştî 99’an aqûbeta zarokên bê refakat dertê holê û piştî erdheja dawî ya 6’ê Sibatê hûn jî dizanin ku ev hatibû rojevê. Der barê van zarokan de hinekan gotin dane cemaetan hinekan gotin hatine revandin. Wê demê jî me serlêdanên sûc kiribûn lê tu encam nehat girtin. Der barê zarokên dane cemaetan de me serî li Serdozgeriya Komarê ya Sakarya û Stenbolê û zaorkên ji aliyê Tarîkata Menzîlê ve hatine girtin de me serlêdan kirin lê encamek nehat girtin.”   ‘Fikarên me di cih de ne’   Hediyeyê destnîşan kir ku li ser bûyerê serlêdana sûc kirine û wiha daxuyand: “Em dixazin navê şexsa di belgeyan de derbas dibe û şexsên din yên ji aliyê serdozgeriyê ve resen tên tespîtkirin de lêpirsîn bê destpêkirin. Ji ber mijarek girînge. Fikarên me her tim hebûn. Fikarên me her tim hebûn ku zarok ne tenê ji aliyê cemaetan ve ji aliyê tora bazirganiya mirovan ve jî tên bikaranîn û wan derdixin derveyê welat. Mixabin fikarên me di cih de ne. Ji ber vê me serlêdana sûc kir. Her çiqas darizandin li Amerîkayê bê kirin jî em dixawzin kesa navê wê derbas dibe bînin Tirkiyeyê û bê darizandin.  Dikare li vir bê darizandin. Li dijî vê bûyerê peywirek dikeve ser milê me jî. Di vî alî de divê aqûbeta zarokan bê lêkolînkirin û ya rast jî ewil di alî parastinê de peywirek mezin dikeve ser milê me.”   ‘Cihên bi ewle’ cemaet in?   Hediyeyê destnîşan kir ku der barê zarokên winda de tu carê bersiveke zelal negirtine û wiha dirêjî daye: “Di demek nêz de wezareta xizmetên civakî û malbatî daxuyaniyek da. Got beşek mezin a zarokên bê refakat teslîmî malbatên wan hatine kirin lê em li hejmarê dinêrin pir jî nebaş in. Ji ber vê em dixwazin dozgerî lêpirsînek zelal bike û rewşê derxe holê. Di serlêdana me kir de me got sûcê fuhuş, îstîsmar, bazirganiya mirovan di çarçoveya TCK’ê de bigirin nav vê. Em dixwazin di van mijaran de lêkolîn bê kirin. Ji 6’ê Sibatê de ye em li ser disekinin, em dipirsin. Hejmar diyare lê tiştekî zelal tune ku teslîmê malbatan hatiye kirin, dane yurdan an jî cemaetan. Wezareta Perwerdeya Milî di rojên borî de daxuyanî da û got ew bi ‘cemaetan re di hevkariyê de ne’ û gotibû ev rewşek normale. Di vî alî de têgeha ew dibêjin ‘cihê bi ewle’di esasê de divê em bi ser de biçin.”   Ne bi perwerdê bi îstîsmarê tên zanîn   Hediyeyê wiha dawî lê anî: “Cemeaetên li Tiriyeyê piranî bi îstîsmarê tên rojevê. Bi vê dertên pêşberî me; qursên kuranê, cemaet, tarîkat û gelek mînakên din. Li weqfa Hîranur zaroka 6 salî di bin navê zewacê de hat îstîsmarkirin. Li Weqfa Ensar zarokên kur hatin îstîsmarkirin. Ji bilî vê mînaka qursa Kuranê ya Erziromê heye. Ev der ciqas bi ewle ne, biguman e.  Ji bo perwerdê zarokan dişînin wir lê tên îstîsmarkirin. Li Yurdan zarok întîxar dikin. Ji ber vê em wan deran bi ewle nabînin.  Ne tenê zarokên erdhejzede û penaber, bi giştî li vî welatî ewlehiya zarokan pirsgirêke. Li welat pirsgirêka ewlehiya zarokan heye.”