Dayikên Aştiyê yên Bismilê serdana nobedê kirin 2024-01-22 13:46:00     AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji hêla xizmên girtiyan ve hatî destpêkirin li Amedê di roja 49'an de didome. Dayikên Aştiyê yên Bismilê serdana nobedê kirin û peyama domandina têkoşînê dan.    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 49'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.    Îro Dayikên Aştiyê yên Bismilê û namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ya Bismilê Mîzgîn Ekîncî serdana çalakiyê kir. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku li dijî tecrîdê dê têkoşînê mezin bikin.