Lava Şengalî: Efrîna ku wek bihuştê bû kirin dojeh 2024-01-22 09:06:02     Evîn Zenda   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Diplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî, diyar kir Efrîna ku wekî bihuşta li ser erdê dihat pênasekirin Dewleta Tirk û çeteyên wî ev der vegerandin dojeh e û got: "Ev yek li pêşberî çavên cîhanê pêk hat. Herkesî dît lê kesek jî dengê xwe nekir. Sûcên şer pêk hat û kesek jî deng nekir û niha jî nakin."   Di 20'ê Çileya 2018’an de Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Efrînê êrişên qirkirinê da destpêkirin. Bi 72 balafirên şer êriş bir ser navçe û gundewarên Efrînê. Berxwedana 58 rojan a li hemberî êrişên qirkirinê weke Berxwedana Serdemê hat pênasekirin. Her wiha piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran mirov ji ji neçariyê axa xwe derketin û li wargehan bi cih bûn. Efriniyên ku li wargehan bi cih bûn jî berxwedana xwe li vir jî domandin.    Endama Diplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî û behsa siyaseta ku li Efrînê hat meşandin û berxwedana gelê Efrînê kir.     Li Efrînê berxwedana gel    Lava di despêka axaftina xwe de pakrewanên Efrînê bi bîr anî û got: “Di şerê Efrînê de êrişên ku pêk hatî de 2 meh zêdetir li vir berxwedaneke gel pêk hat. Şerê gelê şoreşgerî li pêş ket. Di vî şerê de çawa ku ferman li hemberî Şengalê di sala 2014’an de pêk hat, zarokên Efrînê çawa berê xwe dan Şengalê ji bo parastinê, canê xwe li vir feda kirin ji bo axa pîroz. Dema li hemberî Efrînê jî êriş pêşketin li vir jî ciwan û dayikên me berê xwe dan Efrînê. Bi rihekî fedayî berê xwe dan wir, piştgiriya gel kirin, ji bo parastina gel. Bûn xwedî rolekî mezin di hêla maneviyatê de.”   Li hemberî Efrînê komplo   Lava, diyar kir ku li hemberî Efrînê komployek hat pêşxistin û wiha bi lêv kir: “Di encama şerê ku li Efrînê hat pêşxistin de û ev komploya ku li hember Efrînê hat kirin de di nav de hemû dewlet hebûn. Rola sereke ya Amerîka û Rûsyayê bû. Di encama komployeke wisa de di 18’ê Adarê de çeteyên girêdayî Tirkiyeyê û Arteşa Tirk Efrîn dagir kir. Em dikarin bêjîn ev 6 sal in li Efrînê hemû şêwazên tundiyê li hember zarok, jin û mirovên temen mezin hatin meşandin. Li Efrînê bi hezaran kesên ku hatin rewandin heta îro jî çarenûsa wan ne diyar in. Destdirêjî û bi sedan jinan hat kirin. Îşkence li gel hat kirin.”   Guhertina demografyayê    Lava, wiha behsa guhertina demografiya Efrînê kir: “Demografiya Efrînê hat guhertin. Dema em dibêjin demografî hat guhertin çeteyên ku hene û bi taybetî vê dawiyê jî  di şerê Îsraîl û Fîlîstînê de çeteyên Xazeyê derbasî Efrînê kirin. Ji wan re cih hatin çêkirin. Bi hezaran çete li vir hatin bicihkirin. Ne tenê demografiya Efrînê hat guhertin, ev çanda resen, çanda kevnar, netewên kurd û ereb bi baweriyên cuda bi hev re dijiyan, hevjiyaneke azad û aram hebû, bi tevahî guherî. Ev hemû di milê çandî de hatin qirkirin. Heta îro jî ev kiryar rojane dewam dikin. Li Efrînê gelek cihên dîrokî û kevnar hene. Wekî cihê Nebî Hûrî veguherandin camiyê. Bi sedan hevalên me yên ku li vir şehîd ketin li axa pîroz hatibûn veşartin û gorên wan hebûn, lê Dewleta Tirkiyeyê ev goristanên şehîdan hatin ruxandin û bi erderê kirin yek. Li Efrînê gelek kesên ku tên rewandin an jî tên girtin ji malbatan fîdye dixwazin. Niha jî aqûbeta bi sedan kesan nayê zanîn. Niha li ku ne nayê zanîn û dijîn an najîn nayê zanîn. Her wiha di qirkirina ku heya niha tên jiyîn bi taybetî jin zêdetir bi bador dibin. Jin bi êşên gelek mezin re rûbirû man. Dîsa zarokên ku diçûn dibistanê, zimanê perwerdê hat guhertin û kirin tirkî. Her tişt li Efrînê hat guhertin. Dîwara Newroz ji bo Gelê Kurd ciheke sembolîk e hat hilweşandin. Çawa ku Dewleta Tirk Efrînê dagir kir peykera Kawa hilweşandin.  Bi rastî hest têrê nake ku mirov behs bike, bîne ser ziman. Êş û trajediyên ku li Efrînê tê jiyîn mirov nizane ku çawa pênase bike.”   'Lîstok êdî aşkera bûn'   Lava, daxuyand ku li  Efrînê çand û hunereke xurt hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê piştî dagirkirinê saziyên çand û hunerê bi navê Barzanî hatin vekirin. Ev tişt bi xwe bêçandîbûna a Barzanî ye. Dewleta Tirk hinceta ‘Ez êriş dibim ser teroristan’ nîşan dide. Lê heta îro jî êrişên Dewleta Tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Êrişên qirkirinê pêk tên. Lê belê êdî ev lîstok û ango siyaseta Dewleta Tirk aşkera bûye. Dewleta Tirk bi hincetên cur bi cur êrişê civakê kir û dike jî.”   Netew û baweriyên cuda   Lava Şengalê diyar kir ku li Efrînê beriya dagirkeriyê li ser heman axê neteweyên cuda û baweriyên cuda bi hev re jiyana xwe berdewam dikir û got: “Kurd û ereb xwedî li bawerî û çanda xwe derdiketin. Ji wan civakan civaka êzidî ya ku li Efrînê dijiyan. Li Efrînê gelek cihên baweriyê yên êzidiyan hebû. Dewleta Tirkiyeyê raste rast wan cihên baweriyê kir hedef û êriş kir. Cihên me yên pîroz hatin ruxandin. Gihaşt vê astê ku êdî nedikarin bêjin em kurd in an jî em êzidî ne. Efrîna ku wekî bihuşta li ser erdê dihat pênasekirin Dewleta Tirk û çeteyên wê vegerandin dojeh e. Ev yek li pêşberî çavên cîhanê pêk hat. Herkesî dît lê kesek jî dengê xwe nekir. Sûcên şer pêk hat û kesek jî deng nekir."   Helwesta Rejîma Sûriyeyê   Lava, siyaseta Rejîma Sûriyeyê jî wiha şîrove kir: “Dema ku êrişê Efrînê kirin û Efrîn hat dagirkirin bi hezaran şêniyên Efrînê neçar ma ku koçber bibin. Ev koçber berê xwe didin li ku? Berê xwe didin Şehba û Til Rifetê. Li wir 6 sal in berxwedanek heye heta îro jî berdewam dike. Ji zarokan bigirin jin, dayik û heta temen mezin xwedî li Efrînê derketin bi hêviya ku carek din vegerin Efrînê berxwedaneke pir mezin daye û dide jî. Niha ligel rojên germ û sermayê, ligel êrişên Dewleta Tirk a li hemberî Şehbayê li ber xwe didin.  Çavkaniya vê berxwedanê hêviya wan a vegera li Efrînê ye. Ji vê watetir tiştek nîne. Rejîma Sûriyeyê kiryarên xwe ya li ser miletê Efrînê didomîne. Jiyana li efrîniyan a li Şehba û Til Rifetê zehmet e û pêwistiyên rojane û jiyanî niha kêm in. Derman, xwarin û vewarin kêm in.  Rejîm ji bi pratîka xwe piştevaniya êrişên Dewleta Tirk dike. Dema ku pêwistiyên jiyanî li gel bê qutkirin ev tişt dibe sûc û sûcê li dijî mirovahiyê. Li vir berpirsiyariya rejîmê heye. ”   ‘Dê vegerin ser axa xwe’   Lava Şengalî wiha dawî li axaftina xwe anî: “6 sal êriş û dagirkerî, 6 salê jî li Şehbayê berxwedanek heye. Ev berxwedana şêniyên Efrînê berxwedaneke dîrokî ye. Em wek jinên êzidî yên li Şengalê berxwedana jinên Efrînê yên li Şehba, Til Rifet û li Helebê silav dikin. Dê Efrîn bê rizgarkirin. Bi dehan heval û welatparêzên me yên ku li Efrînê şehîd ketin wesiyetên wan ji me hebûn û em jî dibêjin Efrîn dê çete û Dewleta Tirk re nemîne. Miletê me dê carekdin vegere ser axa xwe ya pîroz Efrînê. Jiyan dê li vir carek din bê avakirin. Dê Efrîn bi rengê zeytûnê carekdin kesk bibe. ”