'Em ê her tim ji bo vegera Efrînek azad têkoşîna xwe bidomînin' 2024-01-20 09:05:23     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Hacer Miho ya Efrînî di salvegera 6'emîn a destpêkirina êrîşên li ser Efrînê da zanîn welatiyên li Efrînê bi îradeya xwe ya mezin berxwedana xwe ya li dijî tanq, top û balafiran nîşan dane û wiha got:"Em bi carekê bê vîn, hêvî û hêz namînin. Em ê her tim ji bo vegera Efrînek azad têkoşîna xwe bidomînin."   Ji ser êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yê ji 20'ê Çileya 2018'an 6 sal derbas bûn. Ji roja êriş dest pê kirin heta niha sûcên giran ên mirovahiyê li herêmê pêk hatin. Mirov hatin qetilkirin, hatin binçavkirin, girtin, êriş li wan hatin kirin, bi deh hezaran mirov ji cih û warê xwe hatin kirin. Bi hezaran jin bi tecawizê rû bi rû man. Herî dawî ji bo du jinan biryara îdamê hatibû dayin. Her wiha gelek kes hatin revandin û ji malbatên wan fîdye hatin xwestin. Malbatên ku nikaribûn fîdyeyê bidin zarokên wan hatin qetilkirin.    Li gor çavkaniyên herêmî di pêvajoya 6 salan a dagirkirina Efrînê de 706 kes hatin qetilkirin, hezar û 200 jin û 600 zarok jî di nav de ji 9 hezarî zêdetir sivil ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin revandin. Bi taybet di demên dawî de komên girêdayî dewleta tirk dîmenên îşkenceyên ku li kurdên li Efrînê dikin li ser rûpelên medyaya dîjîtal parve dikin.    Têkildarî salvegera 6'emîn a destpêkirina êrişên li ser Efrînê Hacer Miho ya Efrînî axivî. Keça Hacerê jî di heman demê de li Efrînê jiyana xwe ji dest daye û Hacerê keça xwe li dû xwe hişt û ji neçarî li Şehbayê bi cih bûye. Niha Hacerê li Şehbayê bi awayekî bi biryar têkoşîna xwe ya jiyanê dewam dike û dibêje me li dijî dewleta tirk serî netewandin.    'Me îradeyeke xurt li dijî tanq, top û balafirên şer nîşan da'   Hacer Miho ya Efrînî di salvegera 6'emîn a destpêkirina êrîşên li ser Efrînê da zanîn welatiyên li Efrînê bi îradeya xwe ya mezin berxwedana xwe ya li dijî tanq, top û balafiran nîşan dane û wiha got:" Di wê demê de em li gundekî li sînor bûn û me bi çavên xwe dît ku çawa pira herî kevnar a di Efrînê de ya bi navê Heşarkê hat hedefgirtin. Êriş li dijî dîrok, xweza û kesan hat kirin. Li dijî van êrişana me îradeya xwe teslîm nekir."   'Heta em vegerin Efrînê jî ev berxwedan wê dewam bike'   Hacerê bal kişand ser têkoşîna tevî şerekî giran dihat dayin û wiha dewam kir:" Di dema şerê Efrînê de min cihê xwe di Meclisa Malbatên Şehîdan de digirt û bi karê xwe em xwedî li pakrewanên xwe derdiketin. Tevî derfetên kêm û zehmet, tevî balafirên şer ji ser serê me kêm nedibû jî berxwedanek mezin li Efrînê hat dayin. Heta em vegerin Efrînê jî ev berxwedan wê dewam bike. "   'Tenê li Efrînê berxwedana gel hebû'   Hacerê behsa berxwedana welatiyên Efrînê ya dilsoz kir û bi bîr anî ku welatiyên Efrînê ji bo parastina axa xwe bi destên xwe zarokên xwe dişandin çeperên şer û wiha got:" Me di Berxwedana Serdemê de bi hezaran pakrewan binax kirin. Cangoriyên her malbatekê hene. Malbata bi xwe zarokên xwe dişandin şer. Tenê li Efrînê berxwedana gel hebû jê pêv tu kesî piştgirî neda Efrînê."   'Gorên pakrewanan xera kirin'   Hacerê eşkere kir ku ji ber bêderfetiyê bi sedan pakrewan di nava avahiyan de spartine axê û wiha pê de çû:"Şerê ku bi ser me de hatibû yek ji şerê herî giran bû. Me bi gelek zehmetiyan pakrewanên xwe di goristina Pakrewan Refîq a Gundê Qaziqlê binax dikirin. Lê ji ber dewamkirina bombebarana bi balafiran em neçar man ku em goristanek ji bo pakrewanan di hundirê Efrînê de ava bikin, tenê ji bo em cangoriyên xwe li ser rê û bin daran nehêlin. Yek ji wan pakrewanan keça min bû. Piştre bi hovîtiya dewleta tirk termê pakrewanên me ji bin axê hat derxistin û ew goristan xera kirin. Bi vê re êdî hestiyên pakrewanên me jî windayî ne. "   'Me hestiyên zarokên xwe li pey xwe hiştin'   Hacerê da zanîn derketina wan a ji Efrînê bi êş û keser bû û wiha lê zêde kir:"Me dema li berxwe da bi zora me nediçû lê belê dema ku em ji welatê xwe koçber bûn ev gelekî bi me tade hat. Di kêliya dawî de li ser çiyayê Ehlam tenê cara dawî me li bajarê xwe meyze kir. Ew kêliya herî bi êş û jan bû ku me hemî dar, zevî, mal, war û bi ser de jî zarok û hestiyên zarokê xwe li pey xwe hiştin. Heta dawiya mirinê dîtina hestiyên keça min wê bi min re bimîne. Ez bi hêviyê me ku rojekê hestiyên keça xwe bibînim. "   'Em ê her tim ji bo vegera Efrînek azad têkoşîna xwe bidomînin'   Hacer herî dawî wiha got:" Em ê bi berxwedana xwe xwedî li keda ji bo Efrînê û têkoşîna ku li Efrînê hat kirin, derkevin. Me 57 rojan li berxwe dan. Ger em 57 salan jî ji Efrînê dûr bin jî em ê dîsa jî li berxwe bidin. Em bi carekê bê vîn, hêvî û hêz namînin. Em ê her tim ji bo vegera Efrînek azad têkoşîna xwe bidomînin."