Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê dewam dike 2024-01-19 15:54:28     ÎZMÎR - Dayika Aştiuyê Sultan Yagmeken a di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de bertek nîşanî gotinên Meral Akşener da wiha got:"Meral Akşener dema Wezîra Karê Hundur bû gelek kes hatin qetilkirin. Malên me hilweşandin û şewitandin. Her kes mecbûr man koç bikin. Qey ev bi merdî bû ? Kuştina jin û zarokan ma qey bi merdî ye ? "   Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Girtiyên Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ya" hat destpêkirin, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di roja 12'emîn de dewam kir.    Li salona ku nobet lê hat girtin, pankartên "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin denge zindanan" û "Li dijî tecrîdê berxwedan" hatin daliqandin. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Jinart Huner, Rêxistinên DEM Partiyê yên Seferihisar û Çeşmeyê, Parlamenterê DEM Partiyê  Îbrahim Akin çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê.    'Malên me hilweşandin û şewitandin'   Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li bernameya xwe ya Sêwasê da zanîn "Wê şahidiya cinayetên siyasî yên dema borî kiriye ew bi merdî hatine kirin" . Dayika Aştiyê û çalakvana Nobeta Edaletê Sultan Yagmekan bertek nîşanî van gotinana da û wiha got:"Meral Akşener dema Wezîra Karê Hundur bû gelek kes hatin qetilkirin. Malên me hilweşandin û şewitandin. Her kes mecbûr man koç bikin. Qey ev bi merdî bû ? Kuştina jin û zarokan ma qey bi merdî ye ? "   'Ji ber li derve têra xwe têkoşîn nayê dayin loma jî grevên birçîbûnê tên kirin'   Parlamenterê DEM Partiyê  Îbrahim Akin da zanîn ji ber teşeyekî çalakiyên yê din ne pêkan e loma bedena xwe dane ber birçîbûnê û wiha got:"Ji ber li derve têra xwe têkoşîn nayê dayin loma jî grevên birçîbûnê tên kirin. Ji ber bi salan e tecrîd nayê rakirin loma jî çalakiyên grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ji bo ev tecrîd û rejîma yekzilamî ji holê rabe em têdikoşin. Ev tenê ne ji bo hilbijartinê ji bo têkoşîna hevpar jî girîng e. "   Îbrahîm da zanîn Wezîrê Parastinê û Derveyî Welat ên Tirkiyeyê ji ber li Kurdistanê di nava rewşeke zehmet de ne ketine nava tengasiyê loma jî êriş dikin û vê zehmetiya tê de ne îtiraf dikin. Îbrahîm ew dixwazin zincîra komkujiyên li ser kurdan bi dawî bibin û got ew piştgiriyê didin çalakiya nobetê.    Nobeta Edaletê bi serdana welatiyan û bi kilamên dengbêjan dewam kir.