‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’ 2024-01-19 09:03:29     Zelal Tunç   WAN - Jinan derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kurd û Nobeta Edaletê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku divê daxwaz bên qebûlkirin û banga yekitiyê li Gelê Kurd kirin.   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye 34 mehe agahî jê nayê girtin. Kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat destpêkirin didome. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek navendan çalakî û bername pêk tên. Girtiyên Siyasî di çarçoveya kampanyayê de ji 27’ê Mijdara 2023’an de di çalakiya greva birçîbûnê de ne û her wiha bi heman daxwazên malbatên girtiyan li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mersînê Nobetên Edaletê digirin.   Yek ji bajarên ku Nobeta Edaletê lê hat destpêkirin Wan bû. Çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan ve hat destpêkirin li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome û serdanên ji bo nobetê gelek zêde ne. Yên hatin serdana nobeta edaletê der barê tecrîd, greva birçîbûnê ya girtiyan de axivîn.   Hariye Urek diyar kir ku li girtîgehan girtiyên nexweş hene û grevên birçîbûnê didomin. Hayriyeyê wiha daxuyand: “Kurê min tevî ku tu titşek nekiribû jî 36 sal ceza lê birîn. Surgunê gelek girtîgehan kirin. Navê kurê min Ahmet Urek e. Ewil li Tekîrdagê hat girtin. Anîn girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Niha jî li Erzîncanê ye. Ev sê meh in ji ber ez nexweşim û dûr e nikarim biçim hevdîtinê. Ewil anîn Tîpa F piştre birin Bedlîsê. Zarokên me di şertên tecrîdê de nexweş ketin. Birayê min jî li Edîrneyê bû niha li Panosê ye. Du bira bûn. Yek di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Yê din jî girtiye. Divê Gelê Kurd li dijî van zextan bibin yek.”   ‘Kurd bibin yek wê tecrîd rabe’   Halîme Îtah jî der barê tecrîdê de nêrînên xwe anî ziman û wiha bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da da: “Divê em kurd li dijî tecrîdê bibin yek. Yekitî hebe wê tecrîd rabe.”   ‘Divê em berteka xwe li dijî tecrîdê nîşan bidin’   Reyhan Kaplan jî greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir û wiha bi lêv kir: “Em polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Ez bang li hemû kesî dikim; em xizmên girtiyan yên di nobeta edaletê de tenê nehêlin. 3 sale agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Divê em li dijî tecrîdê têbikoşin. Divê em li her derê li dijî polîtîkayên tecrîdê bertek nîşan bidin.”   ‘Em tecrîdê qebûl nakin’   Aklîma Abî jî wiha destnîşan kir: “Em tecrîda li ser serokatiya xwe qebûl nakin. Em tecrîdê şermezar dikin. Ez piştgiriyê didim çalakiyan dayikan.Em naxwazin dayik rondikan bibarînin. Bila şer bidawî be. Em aştiyê dixwazin.   ‘Bila deriyên girtîgehan bên vekirin’   Hazal Suren jî  wiha vegot: “Hemû dayik heman êşê dijîn. Em aramiyê dixwazin. Bila deriyên girtîgehan vebibin.”   Nalîn Şah jî bang kir ku ew mafên xwe dixwazin û wiha dawî lê anî: “Zarokên me berdin. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Bila daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.”