Di Nobeta Edaletê de peyama ‘Bi têkoşînê dê Ocalan azad bikin' 2024-01-18 16:10:50     WAN - Li Wanê Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 45’an de berdewam dike. Di çalakiyê de hat gotin ku heta tecrîda li Îmraliyê rabe wê têkoşîna wan jî bidome.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ve (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd li Wanê di roja 45’an de dewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome. Tevgera Jinên Azad (TJA), Emeklî-Sen a DÎSK’ê ya Şaxa Wanê, welatiyên taxa Selîmbey a Rêya Armûşê û geleke kes serdana çalakiyê kirin.   ‘Bi têkoşînê Birêz Ocalan azad bikin’   Ji taxa Selîmbey welatiya bi navê Murat Doner, destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê dayik 45 roj in di çalakiyê de ne û got girtî jî di greva birçîbûnê de ne. Murat, da zanîn ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş jî hene û wiha pê de çû: “Çi dibe bila bibe em ê bi têkoşîna xwe, bi hevkarî û hêza xwe û hevalên xwe ve Birêz Ocalan azad bikin. Heta azad nebe em ê li ber xwe bidin. Li Tirkiyeyê çixwasî mafê Gelên Tirk hebe, mafê Gelê Kurd jî ew qas heye.”   ‘Divê em girtiyan bi tenê nehêlin’   Serokê Emeklî-Sen a DÎSK’ê ya Şaxa Wanê Tîmûr Sayyîgît jî berxwedana girtîgehan slav kir û wiha got: “Berxwedana girtiyan berxwedanek pîroz e. Divê em girtiyan bi tenê nehêlin. Dayİkên me ji bo rakirina tecrîdê û zextên li ser girtîgehan bi dawî bibe dest bi çalakiya nobetê kirine. Em têkoşîna dayİkan slav dikin.”   ‘Heta daxwaz pêk bê têkoşîn bidome’   Aktîvîsta TJA’ê yê Dîlan Yildiz jî da xuyakirin ku çalakiya Nobeta Edaletê û grevên birçîbûnê dê bigihîje armanca xwe û wiha dom kir: “Em hemû bi hev re bin û deng bidin zindanan. Em deng bidin Îmraliyê. Em ê tecrîda ku berdewam dike bişkînin û Birêz Ocalan azad bikin. Di vê pêvajoyê de herî zêde dayik xwedî girtîgehan derdikevin. Em jî dibêjin em ê bi hev re tecrîdê bişkînin. Heta daxwaza girtiyan û dayikan pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike.”   Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Çalakî bi helbest xwendinê û serdanan berdewam kir.