Gulser Ozbay a piştî 31 sal şûnde tahliye bû: Berxwedan didome 2024-01-18 09:06:24     Zelal Tunç    WAN - Gulser Ozbay ku 31 sal û 6 meh pêvajoya girtinê de surgunê gelek girîgehan hat kirin wiha got: “Bi dehan kes hatin girtin bi dehan hatin berdan. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Lê hîna berxwedan didome. Di nav çar dîwaran de rihê me jiyanek danî holê.”   Gulser Ozbay 31 sal û 6 meh şûnde ji girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê di 11’ê Çile de hat tahliyekirin. Gulserê hestên xwe ji ajansa me re vegot.   Gulser di 12’yê Tîrmeha 1992’yan de li Agiriyê hat girtin û bi îdiaya yekitiya dewletê xera kiriye cezayê mubetê lê hat birîn. Gulser bi dorê li girtîgeha Agirî, Nevşehîr, Erzirom, Mîdyad û Bayburtê ma. Herî dawî 5 salan li girtîgeha jinan Şakranê ma. Pêvajoyê de sê caran înfaza wê hat şewitandin.   Gulser piştî hat berdan çû warê xwe Bazidê. Gulserê wiha got: “Ez derketim lê min xwişkên xwe hevalên xwe li wir hişt. Dema ez derketim, ew dema ku nû hatibûm girtin hat ber çavê min. Min çawa hiştibû ez ê wisa bidomînim. Belê em girtî bûn lê me têkiliya xwe bi derve qût nekir. Derve her tim rojeva me de dilê me de bû.”   Dilê azadiyê….    Gulserê da zanîn ku hinek hest nikare bên vegotin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Cîhaneke girtîgehan heye. Cîhanek derve heye. Têkoşînê her du cîhan ji hev qût nekir. Bi giştî tê jiyîn. Çîrokek mirovan tunebe, derve hundir ferq nake. Çîrokek min jî heye. Neguherî. Bi heman çîrokê jiyam. Ez li derve jî çîroka xwe bidomînin. Heqîqetek têkoşîna me heye. Girtîgeh cihekî ku heft mifteyê wê hene ye. Ev mifte çima li wir tê girtin vedibêje. Mifte, derî, ranze ne li gor xweza mirove. Lê berxwedana me ev çar dîwar veguher jiyanê.”   ‘Min jî hevalên xwe di dilê xwe de anî’   Gulserê destnîşan kir ku têkoşîna wan bê navbere û neguheriye û wiha daxuyand: “Me salên 80’ê de çi îfade kir min di salên 90’î û 2000’î de jî ev hîs kir. Bi heman rihî em jiyan. 32 sal ne demek kem e. Her hevala hat tahliyekirin gotin ‘Ez diçim we di dilê xwe de dibim’. Ev ne helwestek ji rêzê ye. Ev gelek girîng e. Min jî hevalên xwe bi xwe re di dilê xwe de anî. Girtîgehên ne aydê xwezayê ne divê ji erdnîgariyê bên paqijkirin. Têkoşîna me têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.”   Li girtîgehan jiyanek komunal û kolektîf heye   Gulserê destnîşan kir ku li girtîgehê jiyanek komunal heye û her kes girêdayê heve û kar û bar bi awayekî kolektîf tên meşandin. Gulserê daxuyakirin ku hevalên wan yên nexweş û di ser temenê 50’yî de hebûn û got hewcedariyên wan jî bi hev re dikirin.   Rewşa Fatma Ozbay giran e   Gulserê balkişand ser rewşa xwişka xwe Fatma Ozbay ya nexweşa giran e û wiha dawî lê anî: “Yek ji girtiyên nexweş xwişka min Fatma Ozbay e. Li girtîgehan ya herî zêde me diêşîne hevalên me yên nexweş in. Li dijî pirsgirêkên tenduristiyê dema tu bixwazî nikarî biçî nexweşxanê. Xwişka min nexweşxa pençeşêrê ye. Ez xemgînim. Gelek pirsgirêkên wê hene. Tişta herî giran ji bo me di nav wan çar dîwaran de nexweşiya hevalane. Em bi fikarin. Pirsgirêka tenduristiya xwişka min pir cidiye. Xwişka min tê dermankirin. Pêvajoya em têde bûn 8 dermanên cuda bikardianîn. Lê divê bi awayekî rêk û pêk bê dermankirin.”