Jin 43 roj in ji Nobeta Edaletê re pêşengiyê dikin 2024-01-18 09:03:02     Rozerîn Gultekîn   AMED - Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ Nobetên Edaletê yên hatibûn destpêkirin didomin. Jinên di Nobetê de ne û jinên ji bo piştgiriyê çûn serdana nobetê banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye 34 meh in agahî jê nayê girtin. Ji bo tecrîd bidawî be û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê di serî deli Kurdistan û gelek navendan çalakî û bername pêk tên. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêzeçalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Dû re jî çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê hat destpêkirin. Li Amedê Nobet li avahiya DEM Partî ya Amedê didome. Jinên di nobetê de cih girtin ji ajansa me re axivîn.   ‘Ji bo berjewendiyên xwe aştiyê naxwazin’   Dayika Aştiyê Nazîme Yurek da zanîn ku bi salan e dayik tevî hemû zextan têdikoşin û got zarokekî wê li girtîgeha Kandirayê, yek li Meletiyê, yek jî li girtîgeha Amedê ye. Nazîmeyê wiha daxuyand: “Dayik bi israr dengê xwe li alî aştî û wekheviyê bilind bike. Destê aştiyê dirêj dikin. Berê 5 girtiyên min hebûn niha 3 heb in. 25 sal in diçim girtîgehan û têm. Min tu carê şer nexwest. Her tim li alî aştiyê bûm. Lê wan ji bo berjewendiyên xwe nehiştin aştî pêk bê. Bi salan e ji serokatiya me agahî nayê girtin. Bi telefonê jî agahî nayê girtin. Li dijî tecrîda giran berê jî li girtîgehan grev hatibûn destpêkirin. Ger gavên lez bavêjin wê cenaze ji girtîgehan dernekevin.”   ‘Tecrîd ranebe em ê sibê êvarê nobetê bigirin’   Nazîmeyê di berdeawmiyê de balkişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha daxuyand: “Em vê Nobetê tenê ji bo zarokên xwe nakin. Sedema hatina me ya li vir şikandina tecrîda li ser serokatiya me ye. Ger tecrîd rabe wê grev bidawî bin. Tecrîd ranebe û zarokên me hîna di grevê de bin em ê şev û roj di nobetê de bin. Em ê jî bikevin greva birçîbûnê. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim ku piştgiriyê bidin nobetê.”   ‘Em dest ji zarokên xwe û têkoşîna xwe bernadin’   Xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada jî destnîşan kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê aştî pêk neyê û wiha bi lêv kir: “Ez bang li hemû kesî dikim ku piştgiriyê bidin nobetê. Bila çareseriyek pêk bê. Êdî bes e ji vê zilmê re. Em ê heta dawiya jiyana xwe serî li dijî zilmê netewînin. Heta çareserî pêk neyê em ê nobeta xwe bidomînin. Heta tecrîd ranebe ev wê wisa bidome. Bila vê baş bizanibin. Em dest ji zarokên xwe û têkoşîna xwe bernadin. Em ranebin ser piyan çareserî jî pêk nayê.”   ‘Em ne şer edaletê dixwazin’   Turkan Yildiz jî diyar kir ku ew dixwazin tecrîd rabe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan li her qada jiyanê belav bûye. Heta tecrîd ranebe tiştek jî nabe. Tecrîd rabe wê girtî azad bibin. Em şer naxwazin. Em edaletê dixwazin. Em ji bo piştgiriya dayikên vir hatin serdana wan. Ji vê zilmê re êdî bes e. Ez bang li hemû dayikên Kurd dikim bila piştgiriyê bidin nobetê. Bila Birêz Ocalan azad bibe û deriyên girtîgehan bên vekirin.”   ‘Divê hinek tişt bên kirin’   Jina bi navê Şayle Gulten jî daxwaz kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Tecrîd rabe wê grev jî bidawî bibin. Divê hinek tişt bên kirin. Em dixwazin serokatiya me bê berdan. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû Tirk, Elewî, Çerkezan divê serokatî azad be. Em dayik in kezeba me dişewite. Yên girtîgehan zarokên me ne. Ez ji bo piştgiriyê hatim vir. Ez ê heta dawî ligel dayikan bim. Bila her kes rabe ser piyan.”