Li Şehbayê navenda dermanên xwezayî vebû 2024-01-16 12:42:18   Mîdye Miqted   ŞEHBA - Cara yekem li kantona Efrîn-Şehbayê navenda dermanên xwezayî ya bi navê Şahmaran hat vekirin. Jinan têkildarî mijarê diyar kirin ku divê gel bi awayekî xwezayî bên dermankirin û got me xwest gel berê xwe bide dermanên xwezayî.    Do li kantona Şehbayê ji bo alîkariya gel her wiha ji bo dermankirina nexwaşan a bi dermanên xwezayî navenda dermanên xwezayî ango tiba xwezayî ya Kongra Star hat vekirin ku ji bo dermankirina nexweşiyên çermî, alîkariya jinên du canî terapiya fizîkî h.w.d were kirin ev yek jî bi taybet ji bo alîkariya welatiyên Efrînê yên ku ev bû 6 sal in ji Efrînê koçî herêmên Şehbayê bûne hat kirin.    'Me xwest gel berê xwe bide dermanên xwezayî'   Berdevka navenda dermanên xwezayî a Bakur-Rojhilata Sûriyeyê Firyal Îbrahîm ji ajansa me re derbarê armanca vekirina navenda Şehmeran a dermanên xwezayî got:"Piştî 6 sal ji koçberiya gelê Efrînê ya ji cih û warê xwe ev cara yekem e ku em navenda dermanên xwezayî li kantona Efrîn-Şehbayê vedikin. Armanca me ji vê vekirinê ew e ku gel ji nû de berê xwe bide ber bi xwezaya xwe ve. Ji ber di dema me ya niha de dermanên kîmyewî yên ku îro mirov xwe pê tedawî dikin zirarê digihêjîne wan. Bêtir ji bo alîkariya gel ev der vebû. Her wiha ji bo koçberên Efrînê jî ev yek hat avakirin. Gel di bin şert û mercên dijwar de jî her roj berxwedana xwe mezin dike."   'Hêviya me ew e ku gelê me xwe bi awayekî xwezayî derman bikin'   Di heman demê de rêveberiya navenda dermanên xwezayî ya bajarê Helebê Şîraz Silêman jî ji ajansa me re axaftina xwe kir û wiha pê de çû:"Gelê Efrînê ev bû 6 sal in li ber hemberî tevahî şert û mercên giran her wiha li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker her roj li ber xwe didin li hêviya vegera axa xwe ne. Divê em bi wan re bibin alîkar. Divê nexweş bi awayekî xwezayî bên dermankirin."