'Aştî û edalet girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e' 2024-01-14 09:04:11   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Xizma girtî Leylî Tîkan derbarê Nobetê Edaletê û grevên birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin de axivî û got pêkhatina edelet û aştiyê girêdayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.   Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li aliyê din jî Nobetê Edaletê yên malbatên girtiyan dabûn destpêkirin li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol, Mêrdîn û Îzmîrê didomin.     Dayika girtî Îbrahîm Tîkan, Leyla Tîkan derbarê grevan de axivî û da zanîn ku heta tecrîd ser Abdullah Ocalan bidome wê tecrîda li ser girtiyan jî bidome û got divê demildest tecrîd bê rakirin.   Îbrahîm Tîkan bi malbata xwe re ji ber zextan ji Qaqizman a Qersê koçî Îzmîrê dike. Îbrahîm ku dema zanîngeh dixwend tevli PKK’ê bû û di 9’ê Kanûna 2011’ê de li Agiriyê hat girtin û cezeyê muebeta giran lê hat birîn. 5 salan li  girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê tê girtin sala borî surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê kirin.   Dayika Îbrahîm Tîkan, Leylî Tîkan da zanîn ku divê zexta li ser Gelê Kurd bidawî be û got: “Girtî ji bo rakirina tecrîdê ketin greve. Xizmên girtiyan ji bo piştgiriyê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Em dixwazi tecrîd bê şikandin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê tecrîd bê şikandin. Bi salane li zilm li zarokên me tên kirin. Em aştî û edeletê dixwazin.”   ‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe em ê zilmê bikşînin’   Leylî daxuyakirin ku înfaza girtiyan tê şewitandin û wiha bi lêv kir: “Bi salane xizmên girtiyan hewl didin dengê xwe bidin bihistin. Bila ev zilma li ser zarokên me bidawî be. Bila ev tecrîd rabe. Heta tecrîd ranebe Abdullah Ocalan azad nebe em ê vê zilmê bikşînin.”   Îbrahîm Tîkan ket gelek grevên birçîbûnê   Leylî her wiha daxuyand ku Îbrahîm ji Îzmîrê surgunê Antalyayê hatiye kirin û wiha vegot: “Me serlêdan kir ku bînin Îzmîrê lê encamek derneket. Em dixwazin nêzî me be. Em kal û pîr in. Em nikarin biçin bibînin. Bila ev tecrîd bişkê em ji vê zilmê xilas bibin. Îbrahîm berê jî ketibû grevan. Niha jî bi dor tevli grevê dibin. Armanca Nobeta Edaletê şikandina tecrîdê ye. Divê demildest malbat û parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Tiştên Israîl li Fîlîstînê dike dewlet li Kurdan dike. Kurdan digire û qetil dike. Edelet û aştî girêdayê Abdullah Ocalane. Tecrîd rabe wê edelet û aştî bê.”   ‘Em dixwazin edalet pêk bê’   Bavê Îbrahîm Tîkan Nesîm Tîkan jî balkişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ew aştî û edeletê dixwazin û got: “Zarokên me ketine greva birçîbûnê. Divê ev grev bidawî be û edelet pêk bê. Em tiştekî xerab naxwazin. Em zimanê xwe dixwazin .Em aştî û edeletê dixwazin. Em dixwazin dengê me bê bihistin. Dewlet kurdan zimanê kurdan tune dike. Lê nîvê welat kurd in.”