Li Amedê Konferansa TJA’yê ya ‘Zincîra bêdengiyê’ 2024-01-13 10:15:35   AMED – Konferansa TJA'yê ya bi tevlîbûnê ji welatên cuda wê du rojan li Amedê bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin" bidome    Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar dixe dest pê kir. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin. Li eywanê pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ve ber bi azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Li konferansê pêşengeheke ku ji wêneyên girtiyan pêk tê jî hate vekirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tevli konferansê bûn.    Konferans dê du rojan bidome.