Çalakvanên nobedê: Divê Halîse Aksoy serbest bê berdan 2024-01-13 09:09:58   AMED - Çalakgerên Nobeda Edaletê, bertek nîşanî tehliyenekirina Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê yê HPG'yî Agît Îpek bi kargoyê ji wê re hat şandî, dan û banga serbestberdana wê kirin.     Rûniştina duyem a Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê HPG'yî bi kargoyê re jê hat şandin û bi beyanên îtirafkar Umit Akbiyik hat girtin, duh li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û Halîse serbest nehat berdan. Jinên di nav çalakiya Nobeda Edaletê de cih digirin derbarê biryara ku hatî dayîn de bertekên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.    'Cîhan niha bêdeng e'   Meryem Soylu, bertekên xwe bi wan hevokan anî ziman: "Hemû cîhan niha bêdeng e. Kesên ku mirovahiya xwe windakirin bi kargoyê cenaze dişînin ji Halîseyê re. Ne hiqûq, ne qanûn û ne jî mirovatiya dewletê heye. Ji xwe dilê dayikê dişewite û xistine di nava 4 dîwaran. Kesên ku dibêje ez maf û hiqûqa mirovan diparêzim bila destê xwe dayne ser wijdana xwe û wisa tevbigere. 4 û 5 salan hestiyên zarokan nadin, lê piştre wekî nameyek bi rêya kargoyê ji malbatan re tên şandin. Hemû cîhan vê wahşetê dibînê lê bêdeng e. Kesên ku dibêjin ez heq û hiqûqê diparêzim şermezar dikim."   'Zilmê li hemû dayikan dikin'   Çalakvana nobedê Reşahat Ada jî biryara ku hatî dayîn şermezar kir û wiha got: "Îro dayikên ku li pişt 7 deriyan e ne tenê salek dê 7 sal jî li ber xwe bidin. Ev dayikeke berxwedêr û qehreman e. Em vê zilmê qebûl nakin. Ev zilm ne tenê li hemberî Halîseyê li hemberî hemû dayikan tê kirin. Duh li hemberî Halîseyê pêk hat sibê jî dibe ku li hemberî me bê kirin."   Bang li Wezareta Dadê kir   Şahîde Hayme, da zanîn ku Wezareta Dadê edaletê pêk nayne û wezîfeyên xwe bi cih nayne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ji wir bang li Wezareta Dadê dikim ku bila wezîfeya xwe pêk bîne. Hem cenazeyê kurê wê bi kargoyê şandine û hem jî dayika ku 60 û 70 salî xistine girtîgehê. Heke edaletek hebûya ev êş nedihat jiyîn. Ez wan şermezar dikim, bila destê xwe daynîn ser wijdana xwe û bila dayika me serbest berdin.