Çalakgerên Nobeta Edaletê: Em ligel rêberê xwe ne 2024-01-10 09:04:27     Elfazî Toral   STENBOL - Jinan diyar kirin ku çalakiyên Nobeta Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin bi biryar didomin û wiha gotin: “Hîna dereng nebûye divê demildest bi rêberê me re hevdîtin bê kirin. Heta hevdîtin neyê kirin wê çalakiya me bidome. Em ligel zarokên xwe û serokatiya xwe ne. Em ê ewil tecrîdê rakin û piştre azadiya fîzîkî pêk bînin. Heta daxwaza me pêk neyê em ê gavê navêjin.”   34 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her çar aliyê cîhanê kampanya  hat destpêkirin û didome. Di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê li her derê cîhanê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk bê û tecrîd bê şikandin têdikoşe.    Di têkoşînê de bi biryar in   Di çarçoveya kampanyayê de di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan li Edene û Mêrsînê ji bo piştevaniyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Di 13’ê Kanûna 2023’yan de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê Nobeta Edeletê hat destpêkirin. Kesên tevli çalakiyê dibin peyama di têkoşîna xwe de bi biryar in didin. Jinên di çalakiya nobetê de daxwaz û têkoşîna xwe vegotin.   ‘Divê tecrîd demildest rabe’   Emîne Onal a di Nobeta Edaletê de cih digire diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bi dawî bibe. Emîneyê wiha vegot: “Em dayik dixwazin demildest tecrîda li ser serokatiya me rabe. Em tecrîdê qebûl nakin. Êdî bes e. Em dixwazin dengê xwe bi hemû kesî bidin bihîstin. Bila her kes bibe dengê me. Em ji dayik û malbatên di nobetê de ne serkeftinê diwazin.”   Di daxwaz û têkoşînê de bi israr in   Emîneyê di berdewamiyê de diyar kir ku yekîtî wê hêzê bîne û ji bo vê divê ne tenê dayikên Kurd hemû dayik berpirsiyariya xwe bînin cih û wiha domand: “Heta em dest bidin hev wê tiştên xweş pêk bên. Çareyek din tune ye. Em li mala xwe rûnin tiştek nabe. Divê em hinek hewldanan bikin û bi hev re têbikoşin. Em naxwazin xwîn birije. Bila rondik nebarin. Em ji bo wê li vir in. Em ligel hevalên xwe ne. Ez ê bi wan re nobetê bidomînim. Heta tecrîd neşikê em ê têkoşînê bidomînin. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Divê em piştgiriyê bidin hev. Em hemû dayikên Nobeta Edaletê silav dikin. Heta daxwaza me pêk neyê divê em şûnde gavê navêjin.”   ‘Em ligel rêberê xwe ne’   Cemîle Çîftçî jî da zanîn ew ê gavê paşde neavêjin û wiha  got: “Em ji bo serokê xwe Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê girtîye di nobetê de ne. Girtiyan li hundir xizmên wan jî li der ve dest bi çalakiyê kirine. Bila kezeba dayikan neşewite. Divê hîna ku dereng nebûye hevdîtinên malbat û parêzeran pêk bên. Heta hevdîtin pêk neyê wê ev çalakî bidome. Em ligel zarokên xwe û serokatiya xwe ne. Me ji têkoşînê şûnde gav neavêt. Em ê ji vir şûnde jî navêjin. Kî dibe bila bibe divê piştgiriyê bidin. Çi ji destê me tê divê em bikin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Wê têkoşîma her tim bidome.”