'Armanca me ku em ji bo edaletê tecrîdê bi dawî bikin' 2024-01-08 14:19:01     AMED - Nobeda Edaletê ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin di roja 36'an de berdewam dike. Di çalakiyê de wiha hat gotin "Armanca me ku em ji bo edaletê tecrîdê bi dawî bikin."   Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 4'ê Kanûna 2023'an de li Amedê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 36'an de bi serdanan dewam dike. Nobeda Edaletê ya ku li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê ya navçeya Rezanê dewam dike, Rêxistina Navçeya Sûrê ya DEM Partiyê, Federasyona Med ya Malbatên Girtî û Hukumxzran (Med TUHAD FED), Dayikên Aştiyê û gelek kesên din  serdana wê kirin.   'Em dixwazin şer demildest bi dawî bibe'   Ji kesên ku hatin serdanê û di nobetê de axivî Nurşen Akbal jî bal kişand ser şerên li cîhanê diqewimin. Nurşenê got, “Em hewl didin destekê bidin kesên ku li hundir dest bi greva birçîbûnê kirine û ev şer bi dawî bibe û Nobeda Edaletê ya dayikên me li vir dane destpêkirin. Armanca me ew e ku em  ji bo edaletê tecrîdê bi dawî bikin û li girtîgehan bibin dengê aştiya civakî. Helbet ji bo aştiyê divê tecrîd bê bidawîkirin. Ji ber vê yekê divê em alîkariya dayikên xwe û hevalên xwe yên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine bikin da ku di zûtirîn demê de tecrîd bi dawî bibe."   Çalakiya nobedê bi dirûşm û tilîliyna dewam kir.