Rozerînê di 8'emîn qetilkirina salvegera xwe de hat bîranîn 2024-01-08 12:45:54     AMED - Rozerîn Çukur a li navçeya Sûrê hat qetilkirin di 8’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. Dayika wê Fahriye Çukur li ser gora wê axivî û wiha got: “Min Rozerînek winda kir. Min gelek Roserîn qezenc kirin. “Ez bi keça xwe serbilind im."   Rozerîn Çukur a 17 salî ku di 8'ê Çileya 2016'an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Amedê di navbera salên 2015-2016'an de pêk hatin ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin, li gundê Herîdan  ê navçeya Pîranê ya Amedê li ser gora xwe hat bîranîn. Endamên malbatê beşdarî bîranîna 8'emîn salvegera qetilkirina Rozerînê bûn.   'Vir sar e gelo te ne sar e?'   Dema dê û bavê Rozerînê li ser gora wê axivîn kêliyên hestiyar hatin jiyîn dayika wê Fahriye Çukur bang li Rozerînê kir. Fahriyeyê bi bîr xist ku Rozerîn dixwest bibe doktor û wiha got: “Ev 8 sal in li mala min dengê wê nayê. Heta ez sax bim ezê werim ser gora te. Dema ez bimirim ez ê li kêleka te razêm keça min. "Em ê li cîhana din hesap bipirsin. Vir sar e geo te ne sar e?"   'Keça min keça Kurdistanê ye'   Fahriye ya ku piştî xatirê xwe ji Rozerîn xwest ji gorê qetiya û wiha got: "Di destê keça min de defter û pênûs hebû. Keça min keça Kurdistanê ye. Min Rozerînek winda kir. Min gelek Rozerîn bi dest xistin. Ez bi keça xwe serbilind im."