'Em ê li dijî êrişan destkeftiyên xwe biparêzin' 2024-01-08 09:05:55     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan dan diyar kirin ku ji bo têkbirina sîstema xweseriya demokratîk êriş tên kirin û gotin:"Dewleta tirk hemî cure kiryaran li ser herêmê û sivîlan bi kar tîne. Bi vê yekê daxwaz dike, em dest ji herêmên xwe berdin. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze guhertinên demografîk pêk werin û projeya Osmaniyan û ya Mîsaki Milî bi ser bikeve. Lê em ê jî destkeftiyên ku me bi saya projeya xweseriya demokratîk bi dest xistiye, biparêzin."   Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Bi taybet binesaziya herêmê, tesîsên petrolê, kargeh, qadên jiyanê hedef tên girtin û gelek kes bi van êrişana hatin qetilkirin. Li dijî van êrişan nerazîbûn û bertekên gel jî dewam dikin. Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qember û Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Norhan Hemo têkildarî mijarê axivîn. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrişan têkoşîna ji bo destkeftiyên xwe bidomînin û xwestin dewletên navneteweyî li dijî êrişan bêdeng nemînin.    'Ji bo têkbirina sîstema xweseriya demokratîk êriş tên kirin'   Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qember da zanîn dewleta tirk bi êrişên xwe serkeftinên xweseriya demokratîk dike hedef û wiha got:" Di van demên dawî de, bi taybet di dawiya sala 2023'yan de êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên demokratîk ên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê zêde bûn. Dewleta tirk êrişî binesaziya herêmê dike. Dixwaze bi vî rengî pêşî li ber pêwistiyên jiyanî bigire. Ji bo têkbirina sîstema xweseriya demokratîk êriş tên kirin. Lê belê li dijî êrişan em jî berxwedana xwe dewam dikin."   'Piştî kongreya MSD'ê êrîşên dewleta tirk zêde bûn'   Zeynebê di dewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta tirk dixwaze projeya xweseriya demokratîk têk bibe lê belê li dijî vê yekê jî gel li berxwe dide û wiha pê de çû:" Piştî lidarxistina hevpeymana civakî û kongreya MSD'ê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê zêde bûn. Ev kongre ji bo rêveberiya xweser gaveke girîng bû. Ji ber vê yekê metirsiyek ji bo dewleta tirk çêbû. Loma dewleta tirk êriş kir. Ji ber naxwaze aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe."   Berteka li dijî bêdengiya dewletên navneteweyî    Zeynebê bertek nîşanî bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta tirk da û wiha got:" Li hemberî êrîş û kiryarên dewleta tirk a hov bi taybet Rûsya û Emerîka, dewletên navneteweyî bêdeng in. Dewletên niha li Sûriyeyê hukum dikin ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê tu çareseriyê pêş naxin. Em jî li hemberî vê bêdengiya dewlet û rêxistinan dengê xwe ji bo tevahî cîhanê bilind dikin da ku hemî li hemberî êriş û qirêjiyên dewleta tirk bêdeng nemînin."   'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'   Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê da zanîn ku bi dewamkirina têkoşîna li ser esasê projeya xweseriya demokratîk wê dewleta tirk negihêje armancên xwe û wiha pê de çû:"Îro dewleta tirk hemî cure kiryaran li ser herêmê û sivîlan bi kar tîne. Bi vê yekê daxwaz dike ku em dest ji herêmên xwe berdin. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze guhertinên demografîk pêk werin û projeya Osmaniyan û ya Mîsaki Milî bi ser bikeve. Lê belê em ê jî destkeftiyên ku me bi saya projeya xweseriya demokratîk bi dest xistiye, biparêzin. Em encax wiha armancên dewleta tirk têk bibin. Ev yek jî bi saya îradeya gel a xurt wê pêk were û bi hev re em ê siberojeke demokratîk, Sûriyeyek ne navendî ava bikin."   'Binesaziya herêmê kirin hedef'   Di heman demê de Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Norhan Hemo jî derbarê dewamkirina êrîşên dewleta tirk ji ajansa me re axivî. Norhanê bertek nîşanî êrişan da û wiha got:" Heta roja me ya îro em dibînin ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me bê navber dewam dike. Ev yek jî dibin navê komên wekî Nebî Al Selam tên kirin. Bi taybet di dawiya sala 2023'yan de ev êrîşên xwe berfireh kirin. Kargeh, santralên ceyranê, binesaziya herêmê, mal û nexweşxane kir hedefa xwe. Dewleta tirk dixwaze bi vî hawî axa Sûriyeyê dagir bike û pêşî li aloziyan veke."   'Divê rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabin'   Di dawiya axaftina xwe de Norhanê diyar kir ku ev kiryarên dewleta tirk pêk tîne sûcên şer e, armanca wan valaderxistina projeya xweseriya demokratîk e û wiha bi dawî kir:"Îro bi saya projeya xweseriya demokratîk, em têkoşîna xwe dewam dikin. Em van êrîşan red dikin û em banga tevahî sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin. Divê li hemberî van êrîşana, bi erka xwe ya mirovî rabin û kiryaran derxin holê."