'Em xwedî li keda Sakîne, Leyla û Fîdanê derkevin' 2024-01-08 09:03:49     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên tevlî civîna têkildarî komkujiya li Parîsê pêk hatin bû diyar kirin ku ew ê hesabê van komkujîna bipirsin û wiha gotin:"Ji bo ku em xwedî li ked û têkoşîna heval Sakîne, Leyla û Fîdanê derkevin îro em têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em heta azadiya tevahî jinan mîsoger nekin em dest ji xebata xwe bernadin û em ê her li hemberî kiryarên dewleta tirk bibin bersiv."   Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya Kongreya Netweyî (KNK) Fîdan Doagn û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, li paytexta Fransayê, Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê di 9'ê Çileya 2013'an de, hatin qetilkirin. Ji bo bîranîna pakrewanên komkujiya Parîsê Kongreya Star li Taxên Şêxmeqsûs û Eşrefiyê yên li Helebê civîn li dar xist.    Jinên tevli vê civînê bûn têkildarî komkujiyên li Parîsê hatin kirin axivîn. Hevseroka Meclisa Perwerdeyê Suad Hesen û Berdevka Komîteya Dayikên Gerîla Fatme Hesen diyar kirin ku bi van êrişana hat xwestin pêşî li ber hemberî têkoşîna jinên kurd bê girtin û gotin:"Her jinek ji bo azadiya xwe û ya gelê xwe xebatê dike. Dewleta tirk her carê dixwaze wan bike hedefa xwe lê bi têkoşîna jinan a dewam dike, em ê pêşî li hemberî van siyasetên hov bigirin. Em ê li dijî vê siyaseta hov bibin bersiv. Ev yek jî wê bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêk were."   'Xwestin pêşî li ber hemberî têkoşîna jinên kurd bigirin'   Hevseroka Meclisa Perwerdeyê Suad Hesen da zanîn Tirkiye û Fransa hevkarên herdu komkujiyên Parîsê ne û wiha got:"Em komkujiyên li Parîsê yên derheqê rêhevalên me de pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ê hesabê vê yekê bipirsin. Tirkiye û Fransayê bi van komkujîna xwestin rê li ber têkoşîna jinên kurd bigirin. Her carê jinên kurd dikin hedefa xwe. Lê belê em ê wekî jinên kurd her tim têkoşîna xwe dewam bikin û em ê rê nedin komkujiyên bi vî rengî."   'Em xwedî li keda Sakîne, Leyla û Fîdanê derkevin'   Di dawiya axaftina xwe de Suadê da zanîn ku ji bo ew xwedî li ked û tekoşîna her sê têkoşeran derbikevin ew xebat û têkoşîna xwe dewam dikin û wiha got:"Ji bo ku em xwedî li ked û têkoşîna heval Sakîne, Leyla û Fîdanê derkevin îro em têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em heta azadiya tevahî jinan mîsoger nekin em dest ji xebata xwe bernadin û em ê her li hemberî kiryarên dewleta tirk bibin bersiv."   'Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re esas girt'   Berdevka Komîteya Dayikên Gerîla Fatme Hesen jî bal kişand ser têkoşîna Sakîne Cansiz û got:" Hevala Sakîne ji ber têkoşîna doza azadiyê di zindanên Tirkiyeyê de ma. Ji bo dewamkirina xebata azadiya gelê kurd, dema ji zindanê derdikeve carek din dest bi xebata xwe dike û ramanên RêberAbdullah Ocalan ji xwe re esas girt. Têkoşîna xwe dewam kir. Lê dewleta tirk ji bo ku pêşî li xebatên wê bigire, ew bi du hevalên wê re bi Leyla û Fîdanê, li paytexta Parisê şehîd xist. Piştre dîsa careke din komkujiya Parîsê pêk hat û vê carê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil kirin hedef. Ji bo ev komkujî dubare nebin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."   'Daxwaza dewleta tirk wê pêk neyê'   Di dawiya axaftina xwe de Fatmeyê diyar kir ku dewleta tirk bi siyaseta xwe ya hov her carê dixwaze jinên pêşeng û xebatkar bike hedefa xwe lê ev yek wê pêk neyê û wiha got:" Her jinek ji bo azadiya xwe û ya gelê xwe xebatê dike. Dewleta tirk her carê dixwaze wan bike hedefa xwe lê bi têkoşîna jinan a dewam dike, em ê pêşî li hemberî van siyasetên hov bigirin. Em ê li dijî vê siyaseta hov bibin bersiv. Ev yek jî wê bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêk were."