Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 33’yan de didome 2024-01-05 14:41:37     AMED - Nobeda Edaletê ya li Amedê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” di 33 roj in didome.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Çalakiya ku li Amedê di 4'ê Kanûna 2023'yan de hat destpêkirin û di roja 33'yan de didome. Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê, bi serdanan berdewam dike. Îro Komeleya 78'an, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Farqînê û MEBYA-DER serdana nobedê kirin.    Li ser navê Komeleya 78'an Ahmet Ertak, axivî û li vî welatî 40 sal in şerek heye û bedelên gelek giran hatin dayîn û got: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe li Kurdistanê tu kes azad nabe. Ne tenê kurd gelên bindest jî azad nabin. Heke em bibin yek dê welatên din jî piştevaniya me bikin. Çalakiya Nobeda Edaletê çalakiyeke bi nirx e. Di 12'ê Îlona 1980'î de hevalên me hatin îşkencekirin. Ji bo parastina nirxan çi ji destê me bê em ê bikin."    Pişre jinan di çalakiyê de klamên xwe gotin û dirûşmên xwe berz kirin.