8 sal şûnde ji nû ve li windayan dipirsin! 2024-01-05 09:07:18     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Li Geverê piştî 8 salan şûnde xizmên windayan dest bi çalakiya ‘Bila wenda bên dîtin gumanbar bên darizandin’ kirin.    Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê çalakiyê de axivî û da zanîn ku wê li pişt têkoşîna mafdar bin.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê û xizmên windayan piştî 8 salan şûnde ji nû ve dest bi çalakiya pirskirina aqûbeta windayan kirin. Li Geverê di 2016’an de piştî berxwedanên rêveberiyên xweser çalakî û bername hatin qedexekirin. Çalakiya xizmên windayan a li gelek bajaran dihat meşandin li Geverê di ya 99’an de di sala 2015’an de navber danê. Çalakî di dawiya sala 2023’yan de ji nû ve dest pê kir.    Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê çalakiyê de axivî û da zanîn ku wê li pişt têkoşîna mafdar bin.   Piştî 8 salan şûnde ji nû ve   Sîbelê da zanîn ku çalakiya wan a dawî ya bi şîara ‘bila winda bên dîtin gumanbar bên darizandin’ di 2015’an de pêk hatibû û got: “Li Colemêrgê piştî bûyeran 8 salan me navber dayê. Me ji ber qedexeyan çavakanî nikaribûn bimeşanda. Piştre me dîsa dest pê kirin. Li Colemêrgê 80 kuştinên kiryar nediyar hene.”   Divê gumanbar cezayên pêwist bigirin   Sîbelê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gumanbar diyar in. Bi salan e dozên didomin dikevin ber demboriyê. Gelek doz serê wan hatin girtin. Hinek jî hîna didomin. Hedef û armanca xizmên windayan hene. Dixwazin gumanbar bên darizandin. Ji ber vê piştî 8 salan şûnde me dîsa çalakiyên xwe dan destpêkirin. Em di têkoşîna hiqûqî û maf de bi biryar in. Em ê ligel wan cih bigirin. Li Tirkiyeyê 17 hezar kuştinên kiryar nediyar hene. 17 hezar malbat têdikoşin. Gelek malbatan hîna hestiyên xizmên xwe nedîtine. Bi salane daxwaza wan ev e ku hestiyên xwe bibînin û gumanbar bên cezakirin.”   ‘Em ê ligel têkoşîna mafdar bin’   Sîbelê wiha dawî lê anî: “Xizmên windayan ji bo xizmên xwe têdikoşin. Em ê wek Şaxa ÎHD’a Colemêrgê çalakiya xwe ya bi şîara ‘bila winda bên dîtin gumanbar bên darizandin’ heta dawî bimeşînin. Em ê li qadan bin. Ji bo gumanbar bên darizandin em ê li her derê bin. Em ê ligel têkoşîna mafdar bin.”