Eren Keskîn: Wê Peymana Stenbolê şûnde bê! 2024-01-05 09:04:55     Elfazî Toral    STENBOL - Hevseoka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku Peymana Stenbolê destkeftiya têkoşîna jinê ye û wiha got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna herî mezin jin didin. Tevgera Kurd û tevgera jinan pir girîng e.Têkoşîna jinan wê tu car neqede.”   Êrişên li hember destkeftî û mafên jinan didome, polîtîkayên AKP-MHP’ê yên dijminê jinê jî bi bênav ber didomin. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di şevekê de Peymana Stenbolê fesh kir,  îdia dike ku kuştinên jinan tune ne û aliyê din jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbarên jinan xelat dikin. Piştî biryarên bêcezahiştinê jin li kolan û qadan têkoşîna xwe didomînin. Rêxistinên Jinan û Baroyan serî li Daniştayê dan û gotin bila biryar bê rawestandin.   Ji roja Peyman hat feshkirin şûnde jinan  ji têkoşîna xwe şûnde gav navêt. Bi çalakî û bernameyan girîngiya Peymanê vedibêjin û diyar dikin ku dest ji peymanê bgernadin. Yek ji van bernameyan jî panela bi  sernavê ‘Peymana Stenbolê û piştî wê’ ya di 24’ê Kanûna 2023’yan de li Beyoglu li Karşi Sanatê pêk hat bû.  Hevseroka Giştî ya Mafê Mirovan  (ÎHD) Eren Keskîn kut evli panelê bû ji JINNEWS’ê re axivî.   Bi jinan re di piştevaniyê de ne   Erenê da zanîn ku wek Ofîsa Alîkariya Hiqûqî ya Li dijî Destdirêjî û Êrişa Zayendî ya Binçavan de ji 1997’an heta niha piştgiriyê didin jinan û got: “Em piştgiriyê didin jinên îşkenceya zayendî lê hatine kirin. Hem di metnên hiqûqî de hem di tundiya li hember jinê de guherîn hene. Ji 1997’an heta niha  di rê û rêbazên dewlet dişopîne de cudahî hene. Beriya Peymana Stenbolê bi têkoşîna mezin a jinan Qanûna Cezaya Tirk tevî ku gelek xal qesl bûn jî pêk hat. Piştre bi hewldan û têkoşîn ajinan Peymana Stenbolê hat îmzekirin.”   10 sal şûnde çima ji Peymanê vekişiyan?   Erenê bi lêv kir ku Peymana Stenbolê encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin û wiha bi lêv kir: “Peymana Stenbolê destkeftiya têkoşîna jinan e. Li erdnîgariya me bandora têkoşînê gelek mezine. Bi taybte jî li erdnîgariya Kurdistanê. 10 sal piştî peymanê heman hikûmetê heman kesê ku peyman erê kiribû fesh kir. Çima ev kir? Sedema vê pêşxistina paşverûtiyê ye. Em dixwazin vê nîqaş bikin. Ev peyman polîtîke.”   Em bi biryarin şûnde bigirin!   Erenê bi lêv kir ku desthilatdarî dixwaze jinan hepsê malê bike û wiha dirêjî daye: “Dewlet vê dixwaze. Dixaze jin zêdetir zarokan bînin dinê. Daxwaza jinan li ber çavan nayê girtin. lê jin der barê bedena xwe de dikarin biryarê bidin. Tu kes nikare tiştekî bike. Desthilatdarî nêrîna feodal li civakê belav bike. Lê êdî têkoşîna jinê destur nade vê. Wê peymana Stenbolê ji nûve bê.”   Tevgera jinan a Kurd girîng e…   Erenê wiha dawî lê anî: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê jinên têdikoşin hene. Jin tevî hemû zextan şûnde gavê navêjin. Jinan 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de gav navêtin. Li dijî zextên dewletê  têkoşîn meşandin. Ji ber vê ez gelek girîngî didim têkoşîna Kurd, tevgera jinan a Kurd. Ji ber pêlê nokteya îdeolojîk a dewletê dike. Ji ber vê ev têkoşîna jinê bidawî nabe.”