Rojnameger Behre Omer: Gelê Kerkûkê di ferqa planên Tirkiyeyê de ye 2024-01-03 09:04:18   Melek Avci    ENQERE - Derbarê hilbijartinên piştî 18 salan li Kerkûkê de rojnamevan Behre Omer diyar kir ku bêtifaqiya partiyên Kurdistanî nbû sedema kêmbûna kursiyan û got, "Lê dîsa jî diferqêdebûna gelê ma ya planên qirêj ên tirkiyeyê cihê kêfxweşiyê ye. Gelê me dizane ku eger Tirkiye li Kerkûkê serdest be, çarenûs û nasnameya gelê Kurd dê bikeve bin xeterê."   Li Iraq û başûrê Kurdistanê li herêmên bi nakok ên di çarçoveya xala 140'î de piştî 18 salan Hilbijartinên Bajar ên Meclisên Giştî hatin kirin.    Di encama van hilbijartinan de li Kerkûkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû yekem û ji 15 kursiyan 5 kursî bi dest xistin û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî 2 kursî bi dest xistin. Li Mûsilê jî PDK ku di rêza duyemîn de cih girt, ji 26 kursiyan 4 kursî bi dest xistin û YNK ku bi Partiya Komunîst re tifaq çêkir jî 2 kursî bi dest xistin. Koalîsyona Sunnî ya Nînovayê 5 kursî bi dest xist.   Li gorî encamên Kerkûkê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi 139 hezar dengan di vî bajarî  de bû yekemîn û 5 kursî bi dest xist. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 46 hezar dengan 2 kursî bi dest xist. Partiyên Kurd ji 15 kursiyan 7 kursî bi dest xistin. Li gorî van encaman YNK'ê 5 kursî, Hevpeymaniya Erebî 3 kursî, Eniya Tirkmen 2 kursî, PDK 2 kursî, Qaîdeya Erebî 2 kursî, Hevpeymaniya Erebî 1 kursî û Kotaya Xiristiyanan jî kursiyek bi dest xistiye. Heger tifaqa partiyên Kurdistanî pêk bihata mafê hilbijartina parêzgar bi dest bixista, lê di navbera partiyan de tifaq pêk nehat. Rojnameger Behre Omer derbarê hilbijartinan de nirxandin kir.   'Bêtifaqiya partiyên kurdan bû sedema windakirina kursiyan'   Behre diyar kir ku hîn zû ye ku derbarê hilbijartinên Kerkûkê de nirxandinên zelal bên kirin û diyar kir ku negirtina kursiyên pêwîst ên Tirkmenan di parlamentoyê de û bi cih nehatina planên Tirkiyeyê jî gel kêfxweş kiriye. Behre got, “Tişta ku me bi taybetî xelkê Kerkûkê dilxweş dike, ew e ku Tirkiyê di planên xwe yên qirêj ên li ser Kerkûkê de bi ser neketiye, ku car caran van planên xwe bi bikaranîna PDKê jî dixwaze pêk bîne. Herwiha tirkmenan nekarîn di parlamentoyê de kursiyên pêwîst bidest bixin. Lê divê em ji ber van encaman  xwe xav nekin, ji ber ku nebûna lihevkirin û yekitiya di navbera komên cuda yên Kurd de bû sedem ku dengên nêzîkî 40 hezar Kurd bên betalkirin  û vê jî kir ku çarenûsa yek ji kursiyên me yên girîng bikev xeterê."   'Tifaqê dê qedera hilbijartinê biguherta'   Behre da zanîn ku partiyên Kurd di dîrokê de nebûne xwedî tifaq û di vê de rola Tirkiyeyê heye û got, "PDK amûra vê yekê ye. Tirkiye di sed salên dawî de ji bo ku vî bajarî bê ewle bike bi awayekî cidî xebitiye. Ji bo vê yekê jî hilbijartinên Kerkûkê ji bo me Kurdan gelekî girîng in û her kes bi xem û fikar li vê rewşê dinêre, ji ber ku dixwazin li wir bêbaweriyê li hember Kurdan çêbikin.  Her wiha polîtîkayên derve yên li ser Kerkûkê hatin meşandin bû sedem ku partiyên Kurdistanî nebin yek. PDK'ê bandorek cidî kiriye û dixwazin ev yekitî nemîne. Me dît ku partiya Kurdistanî li Kerkûkê gelek deng bidest xist, lê eger me hemû aliyên Kurdistanî bi tifaq beşdarî hilbijartinan bikira, dê bandoreke mezin hebûya. Hejmara kursiyan hîn zêdetir dibû. Encamên hilbijartinê dê biguheriya."   'Em dizanin ku Kerkûk bajarê kurda ye'   Behre diyar kir ku polîtîkayên dewletên mêtinger ên li Kerkûkê bandoreke xerab li çand, huner û jiyana gel kir û wiha dewam kir: “Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku qedera Kerkûkê bandoreke mezin li gelê Kurdistanê dike û Bakurê Kurdistanê jî dike. Ji ber ku em dizanin li ser nexşeya kevin a erdnîgariya Kerkûkê, bajarên Mendelî û Mûsilê yên kurdan bûn. Ev rewş bû sedema valahiyeke mezin. Berdewamiya van nakokiyên siyasî ku dê li Kurdistanê derkevin holê û ji aliyê welatên cîran ên Kurdistanê yan jî rêveberiyên dewletên xwedî hêxz ên cîhanê li gorî berjewendiyên xwe, bandoreke mezin li ser herêmên Kurdistanî jî kiriye. Ev tevgera hikûmetên mêtinger herçend ku aliyên siyasî tê negihîştibin jî  li ser çand, huner û tevahiya jiyana gel wêraniyeke mezin pêk aniye.   Hayê gel  ji planên Tirkiyeyê heye   Lê dîsa jî diferqêdebûna hemwelatiyên me ji planên xayîn ên Tirkiyê cihê kêfxweşiyê ye. Dizanin ku eger Tirkiye li Kerkûkê serdest be, çarenûs û nasnameya gelê Kurd dikeve metirsiyê û ev bajar bajarekî stratejîk e. Bajar, yanî gel ji vê mijarê haydar e. Lewma erka me ye ku em hişyar bin û ev bajar nekeve destê dijminan. "