Ji Şirnexê serdana girseyî ya ji bo Nobeta Edaletê 2024-01-02 13:50:15     AMED - Di roja 29'emîn a Nobeta Edaletê de ji Şirnexê gelek kes hatin serdana Nobeta Edaletê.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'yan de dabû destpêkirin di roja 29'an de dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiya nobedê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gan (DEM Parti) a Navçeya Rezanê bûn. Însiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, rêxistinên DEM Partiyê yên Şirnexê, Hevserokên Şaredariya Silopiyê, Hevseroka Şaredariya Gundikê Mele, Parlamenterê DEM Partiyê, Mehmet Zeki Îrmez, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekin hatin serdana Nobeta Edaletê. Xizmên girtiyan kesên serdana Nobeta Edaletê kirin, pêşwazî kirin û xwestin têkoşîn bi awayekî girseyî mezin bibe.    Di çalakiyê de kilam hatin gotin û dirûşma “Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hat berzkirin. Beşdaran bi çepik û lîrandinê piştgirî dan çalakiya Nobeta Edaletê.