'Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e' 2024-01-02 09:04:08     Elfazi Toral   STENBOL - Çalakgera Nobeda Edaletê Fatma Yilmaz ku jiyana xwe bi biryarek mezin a têkoşînê hûnandiye wiha got: “Ez ê heta dawiya jiyana xwe di têkoşînê de cih bigirim. Ez ê heta dawî têbikoşim. Daxwaza me zelal e. Em dixwazin demildest ji Abdullah Ocalan agahiyê bigirin. Em azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.”   Yek ji çalakgerên Nobeta Edaletê ya Stenbolê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat destpêkirin Fatma Yilmaz e.  Fatma ku di temenê biçûk de têkoşîna jinê û gelê Kurd nas kir, berxwedan bi biryarek mezin hûnand.   Fatma li Hîzana Bedlîsê hat dinê. Dema 7 salî bû dayika wê di dema welidînê de jiyana xwe ji dest dide. 5 sal şûnde jî bavê wê jiyana xwe ji dest dide. Apê wê li Fatmayê dinêre û di 14 salî de dizewicînin. Çar zarokên wê çêdibin. Fatma tevî vê bi polîtîka û êrîşên dewletê re tê rû hev.   Ji Kurdistanê koçî Stenbolê kir   Fatma diyar dike ku ji ber aboriyê koçî Stenbolê dikin û got: “6 sal piştî zewacê em hatin Stenbolê. Hevjînê min beriya em bar bikin çûbû Stenbolê û bi pereyekî kêm dixebitî. Piştre em jî bi zarokên xwe re hatin vir. 29 sal in em li Stenbolê ne. 6 salan em li wir man me biryar da em vegerin gundê xwe. Lê dewletê gund vala kir nehişt em biçin. Em bi xizmên xwe re ji gund derketin. Jiyana me pir zehmet bû. Em pir bêriya gundê xwe axa xwe dikin.”   Têkoşîna ji 8’ê Adarê heta Newrozan...   Fatmayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ez 21 salî bûm. 8’ê Adarê bû min xwest biçim çalakiyê. Hevjînê min destûr neda. Got neçe tu diçî çi. Min got tu nikarî bibî asteng. Ez rabûm çûm. Polîsan her der girtibû. Me 8’ê Adarê Pîroz kir. Ez ji polîsan qet netirsiyam. Ji wê rojê de ez têdikoşim. Ji Newrozan heta 25’ê Mijdaran heta 8’ê Adarê her roj di çalakiyan de bûm.”   Bû çalakgera Nobeta Edaletê   Fatmayê balkişand ser zextên li ser gelê Kurd û jinan û di vê mijarê de jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Min têkoşîna xwe bi biryarek mezin domand. Ez niha tevli Nobeda Edaletê bûm. Ez ê heta dawiya jiyana xwe di têkoşînê de bim. Ez ê tu carê serî netewînim. Êdî têkoşîn parçeyek jiyana me ye. Em nikarin xwe bidin sekinandin. Em bûn Dayikên Aştiyê. Me niha Nobeda Edaletê da destpêkirin. Em li vir têdikoşin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û wiha dawî lê anî: “Em dayik naxwazin kes bimire. Daxwaza me zelal e. Bila ne polîs, ne leşker, ne gerîla kes nemire. Tirk dibe Kurd dibe bila kes nemire. Em ê her tim aştiyê bînin ziman. Ez bang li hemû kesî dikim. Em edaletê dixwazin. Em dest ji têkoşînê bernadin.”