Li Amedê 24 roj in nobet didome: Ji Îmraliyê re name şandin 2023-12-27 14:38:47     AMED -  Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê 24 roj in didome, îro nameyên ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî nivîsin hatin şandin.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Peyasê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê ya Hejmar 1 û 2 (DÎSK), Sendîkaya Kar a Giştî û gelek kes tevlî çalakiya îro bûn.    Sultan Yaray, di çalakiya îro de wiha axivî: "Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û 34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo azadiya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatan kampanya hatin destpêkirin û çalakî hatin lidarxistin. Sepandina tecrîdê bêhiqûqî ye û nayê qebûlkirin. Kurd di dîrokê heta niha gelek caran bi zilmê re rûbirû mane. Niha jî kurd nikarin bi rihetî bi zimanê xwe biaxifin û xwe bînin ziman. Heta bidawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî serdanan çalakiya Nobeta Edaletê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) a Amedê, gelek kes çûn Postexanê û nameyên ji bo Abdullah Ocalan hatî nivîsin ji Îmraliyê re hatin şandin.    Piştî şandina nameyan çalakvan carek din vegeriyan cihê Nobeda Edaletê.