Nobeta Edaletê di roja 23'yan de ye 2023-12-26 13:53:47     AMED - Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd Nobeta Edaletê dest pê kir û di roja 23'yan de bi serdana gelek kesî dewam dike.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 30'yî de didome. Ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê û pêngava "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya TUAY -DER'ê li Amedê Nobeda Edaletê dest pê kir. Nobetê di roja xwe ya 23'yan de dewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Xana Axpar û Rêxistina DBP'ê ya Xana Axpar û gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê.    'Heta em bigihêjin çareseriyê em ê nobeta xwe dewam bikin'   Sulhiye Sarihan a ku ji rojên ewilî yên Nobeta Edaletê tevlî çalakiya nobetê dibe da zanîn çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 23'yan de ye û wiha got:"Em bang li hemû jinan dikin ên zarokên wan di zindanê de û ne di zindanê de, bila destên xwe dirêjî me bikin, bila piştgiriyê bidin nobeta me. Heger em tê ra xwe bi hêz bin em ê bigihêjin encamê. Heta em bigihêjin çareseriyê em ê nobeta xwe dewam bikin."   Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabê” û bi gotina kilaman bi dawî bû.