Jinên Taxa Şêxmeqsûdê: Li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin 2023-12-26 11:01:57     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê li dijî êrîşên dewleta tirk bertek nîşan dan û gotin:"Em li pişta gelê xwe û şervanên azadiya Kurdistanê ne."   Dewleta tirk di 24 saetên dawî de li Qamişlo, Amudê û Kobanê 22 navendên xizmetê ku di nava wan de nexweşxane jî hene bombebaran kirin. Di êrişan de 8 kesî jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrişan jinên li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin:"Li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin."   'Dewleta tirk çavkaniya jiyanê dike hedef' Li hember êrîşan jina bi navê Fatme Cermîl berteka xwe nîşan da û wiha got:"Îro dewleta tirk a dagirker bi hemî çekên xwe yên giran û qedexekirî êrîşan dibin ser herêmên me. Di heman demê de binesazî, sazî û dezgehên giştî çavkaniyên gaz û petrolê dike hedefa xwe. Dewleta tirk çavkaniya jiyanê dike hedef."   'Li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê da diyarkirin ku dewleta tirk îro li hember şervanên azadiya Kurdistanê têk diçe loma jî êrîşî sivîlan dike û got:"Tevî ku dewleta tirk her bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîşî şervanên azadiya Kurdistanê dike lê dîsa li hember wan her carê têk diçe. Loma jî her êrîşên xwe li ser herêmên me dike û sivîlan dike hedefa xwe. Lê em weke jinên Taxa Şêxmeqsûdê her li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind dikin û bi gelê xwe re dibin yek dest."   'Em dest ji vê dozê bernadin'   Di dawiya axaftina xwe de Fatmeyê da diyarkirin ku tê xwestin pergala Rêveberiya Xweser têk biçe û wiha lê zêde kir:" Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê Kanûnê de peymaneke nû ya civakî ku ji 134 xalan pêk tê, erê kir  bi vê erêkirinê armanca ji nû de bi rêxistina Xweseriya Demokratîk hat diyarkirin. Lê îro dewleta tirk ji bo ku van êrêkirinan vala derxe êrîşên xwe bi ser gelê herêmê de nûjen dike. Di encamê de jî pilan dike ku pirojeya Xweseriya Demokratîk ji holê rakin lê em jinên Taxa Şêxmeqsûdê her li pişta gelê xwe ne. Em dest ji vê dozê bernadin."    'Em ê li pişta gel û şervanên xwe bin'   Di heman demê de jî jina bi navê Emîra Mihemed jî berteka xwe ya li ber hemberî êrîşan da nîşandan û got:"Her dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên me dike. Ji ber têkçûna li hember şervanên azadiya Kurdistanê heyfa xwe ji gelê sivîl digire. Lê em ê her li pişta şervanên xwe û gelê xwe bin."