Jinên Îzmîrî: Wê sala 2024'an hîn zor derbas bibe! 2023-12-26 09:03:27     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Jinên Îzmîrî dan zanîn ji sersalê re demeke kurt maye û ji ber sedema qeyrana aboriyê ya sala 2023'yan saleke zehmet derbas kirine û gotin ji ber îktidarê ev pirsgirêk rû dide û wê sala 2024'an hîn zor derbas bibe !   Ji serê salê re demeke kêm maye. Sala 2023'yan ji her alî zehmet derbas bû. Herî zêde di warê aboriyê de bandora xwe li ser mirovan kir. Îktidarê ne ji gel re ji şer û alîgirên xwe re butçe veqetand. Loma jî vê rewşê bandoreke mezin a neyînî li ser mirovan kir. Li gor lêkolînên li ser xizaniyê yên meha Mijdara sala 2023'yan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) sînorê birçîbûnê 14 hezar û 25 TL ye. Sînorê xizaniyê jî 45 hezar û 686 TL ye. Jinan diyar kirin ku wê sala nû ji sala borî zehmetir derbas bibe. Her wiha jinan gotin, "Em di binê enflasyonê de eciqîn".    'Em hewl didin aram bin lê belê em ê heta ku derê sebir bikin?'   Hulya Bilginer da zanîn di warê aboriyê de sala 2023'yan gelekî zehmet derbas kirine û got:"Her tişt pir buha ye, pir zor e. Kesên xwendekar in kesên zarokên xwe didin xwendin Xwedê alîkariya wan bike. Em ê çi bikin em nizanin. Em bi rastî di nava rewşeke gelekî zehmet de ne. Em giş wiha ne. Em wekî kesên teqawîtbûyî hîn kêm digirin. Ma qey pêkan e têrê bike ? Ne pêkan e. Ev tiştekî bi hukumetê eleqedar e. Yanî tiştên divê ew bikin. Em hewl didin em aram bin lê em ê çiqasî bikaribin sebir bikin nizanim."   'Jin bêtir di bin bandora  qeyrana aboriyê de dimînin'   Gul Balikçi diyar kir ew ê sersalê li mala xwe derbas bike û wiha pê de çû:"Ew ê di warê aboriyê de sala 2024'an hîn zor be. Mûçeya kêmtirîn têrê nakê. Difikirin salê carê zêde bikin lê belê ev yek wê zorê bide me. Jin bêtir di bin bandora  qeyrana aboriyê de dimînin. Metbex, danûstendin êdî gelekî zor e. Em ji gelek tiştên xwe kêm dikin. Ez dibêjim wê îsal hîn zehmet derbas bibe."   'Hîn mûçe zêde nebûne pêdiviyên jiyanî buha dibin'   Înciyê da zanîn divê îsal mûçe zêde bibin û wiha lê zêde kir:"Divê Tirkiye hilberîna xwe bi xwe bike. Wê mûçeyan zêde bikin lê belê bawer nakim pir zêde bikin. Lê wê ji salê carekê mûçeyan zêde bikin. Divê mûçe hîn zêde bin. Wê çiqasî têr bike ez wê jî nizanim. Divê Tirkiye hilberîna xwe bi xwe bike. Cotkar ji ber buhabûnê nikarin benzînê bigirin. Loma jî nikarin hilberînê bikin."   'Serastbûyina aboriyê hinekî zehmet e'   Sevgi Turkkan da zanîn sala xwe li malê derbas kirine û got ew bi mûçeyê teqawîtê yê hevjînê xwe debara xwe dike û got ger zarokên wan alîkariya wan neke ew nikarin debara xwe jî bikin. Sevgiyê wiha got:"Wê mirov çawa debara xwe bikin ? Debar zehmet e. Me zarokên xwe mezin kir niha ji bo wan jî ji bo me jî zor e. Serastbûyina aboriyê hinekî zehmet e. Daxwaza min a sala 2024'an jî em bi awayekî baş derbas bikin, tendirustiya me baş be lê belê ger pere tune be wê zor be. Ger pere tune be wê jiyaneke baş jî nebe."   ‘Ekonomik krizin sebebi yönetim’   Bu sene hayatın çok pahalı olduğunu kaydeden Sevim Tümer de, eşinin emekli maaşını aldıklarını ama yeterli olmadığını paylaştı. ‘Enflasyonun altında ezildik’ diyen Sevim, ekonomik krizin sebebinin yönetim olduğunu belirtti. Sevim, “Adalet olmayan bir ülkede adaleti arıyoruz, başka bir şey aramıyoruz. 2024 korkutuyor beni, bu pahalılıkta korkutuyor. Kızımla beraber yaşıyorum, aldığımız maaşın 15 gün sonrası yok. Hiçbir beklenti bırakmadılar, hiç umudum yok. Benim kızım üç tane üniversite bitirdi, işsiz. Kimi nereye yerleştiriyorlar, anladığımız da yok yani” sözlerini kullandı.    'Ez mecbûr im bixebitim'   Amine Demir a xwendekar da zanîn ji bo wê saleke zehmet derbas bûye û wiha got:"Ev sala gelekî zehmet bû. Ez hem dixebitim hem jî dixwînim. Ez mecbûr im bixebitim. Em çar xwişk û bira ne em sê kes dixebitin. Bavê min jî dixebitin. Heger em nexebitiyan me yê nikaribûya debara xwe bikira. Divê ez bêtir girîngiyê bidim dersên xwe lê belê ez mecbûr im bixebitim. Ez dixwazim ev saleke rengîn be, em tiştên dixwazin bigirin, ez dixwazim cihên ku em dixwazin bi hevalên xwe re herên em bikaribin herên."   Banga li wezîr: Bila hinekî me jî bifikirin!   Guler Yorulmaz bi lêv kir ku aborî zehmet e her tişt pir buha ne û got:"Kesên zarokên wan hene bila Xwedê alîkariya wan bike. Kirê zêde ne, ez qet ne memnûn im. Bi rastî jî rewşa teqawîtan pir zor e. Bi 7500 hezarî dikarin çi bigirin ? Ji bo teqawîtan 20-25 hezar bê dayin belkî hinekî rehet bibin. Kesên xaniyên wan hebin ji bo hinekî din jî baş e lê belê yên xaniyên wan tune be zehmet e. Em dixwazin aborî baş bibe. Ez bang li wezîr dikim bila hinekî me jî bifikirin."