Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin 2023-12-25 09:07:27     STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hezar roje agahî nayê girtin. Heseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen  diyar kir ku tecrîda giran ne bi norma hiqûqî ne mirovahî ne jî ahlaqî nayê vegotin û wiha got: “Divê xwedî li daxwazên girtiyên siyasî bê derketin û divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Em banga bilindkirina têkoşînê û xwedî derketinê dikin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê û ji wê dîrokê heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Tevî hemû hewldanên parêzer û malbatan ev 33 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji Tirkiye, Kurdistan û her çar alî cîhanê hiqûqnas, parêzvanên maf, siyasetmedar û bi sedan kesî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin û name şandin. Lê ne erênî ne jî neyînî bersiv hat dayîn. Parêzeran  Buroya Hiqûqa Asrin di 2023’an de 110 caran û malbatê jî 59 caran serlêdan kir. 25’ê Kanûnê de dibe hezar roj ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.   Ji bo serlêdanan veger tune ye   Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 10’ê Hezîrana 2022’an de  bi 775 parêzerî serî li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê dan. Lê bersivek erênî an jî neyînî nehat dayîn. Dîsa OHD’ê di 21’ê Mijdara 2022’an de serî li Baroya Stenbolê dan. Piştre hemû parêzerên OHD’î li her bajarekî srî li baroyan dan.   Ligel vê hevserokên giştî yên OHD’ê bi armanca hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin û hemû serlêdan bê bersiv man. Herî dawî OHD’ê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê der barê tecrîdê de panel pêk anîn û xwestin tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Li her çar alî cîhanê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah ocalan û rakirina tecrîdê têkoşînek bê navber dimeşîne. Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Di 27’ê Mijdarê de jî bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hat destpêkirin. Piştî vê xizmên girtiyan jî dest bi Nobeta Edeletê kirin.   Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen der barê tecrîda giran, têkoşîn û hewldanan de ji JINNEWS’ê re axivî.   Hezar roje ji Îmraliyê agahî nayê girtin   Esrayê da zanîn ku di ser tecrîdê re hezar roj derbas bûye û wiha daxuyand: “Tecrîda giran didome. Ev hezar roje agahî nayê girtin. Herî dawî 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe re hevdîtinek telefonê kiribû. Piştre agahî jê nehat girtin. Ev 4 sal e. Tu bersiv ji bo serlêdanan nehat dayîn.Ev bi tu norma hiqûqî, mirovahî û ahlaqî nikare bê vegotin. Di alî hiqûqî de me tu rê nehiştiye. Me hemû serlêdan kirine. Lê tevî hemû bang û hewldanan, tevî biryarên li dijî hiqûqî em baldar nayên girtin.”   ‘Helwestek ne ahlaqî û ne mirovî heye!’   Esrayê di berdeamiyê de da zanîn ku ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê bi hezaran parêzerî ji bo şikandina tecrîdê serlêdan kirine û wiha domand: “Lê em tu bersiv negirt. Hîna serlêdan didomin. îşkenceyeke li dijî peymanên navneteweyî û qanûnî didome. 4’ê Kanûnê de li Mudanyayê erdhej çêbû. bi awayekî qanûnî divê malbat der barê tenduristiya wan de bihatana agahdarkirin. Lê bi tu awayî agahiyek nehat dayîn. Ev ne helwestek mirovahî û ahlaqiye.”    ‘Divê tecrîd demildest bê bidawîkirin’   Esrayê balkişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dane destpêkirin û got: “Girtî ketin greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger. Binpêkirinên mafan li girtîgehan bi awayekî sistematik didomin. Dxwaza girtiyan çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan e. Tecrîdê bandor li her derê kiriye. Divê em vê banga girtiyan bikin civakî.   Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bê şikandin. Heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin em wek komele wê xebatên xwe bidomînin.”