Li Wanê Nobeda Edaletê: Heta serkeftinê dê çalakî bidome 2023-12-24 14:25:18   WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hat destpêkirin bi banga  di roja 20’î de didome. Di çalakiyê de berxwedana zindanan hat slavkirin û hat gotin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn dê çalakî bidome.    Nobeta Edaletê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 20’î de berdewam kir. Rêveberiya DEM Partiyê ya li Rêya Armûşê û Partiya Herêmîn Demokratîk (DBP) serdana çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin.   Berxwedana zindanan hat slavkirin   Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Rêya Armûşê Ahmet Guler axivî û bal kişand ser zext û zilma li ser girtiyan tê meşandin û wiha got: “Ji bo armanca hevalên me yên di girtîgehan de pêk bê em jî wek rêhevalên wan ên li derve bi têkoşînê armanca wan pêk bînin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan giran bûye di rojave me ya binghîn de ye. Di şexsê wî de em berxwedana girtîyan slav dikin.”   ‘Dê çalakiya me bidome’   Ji xizmên girtiyan Medîne Kîyag jî destnîşan kir ku bi rojan in wan dest bi vê çalakiyê kirine û wiha pê de çû: “Heta ku em di armanca xwe de bi ser bikevinem ê nobeta xwe bidomînin. Em dixwazin demildest ev tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyan bê rakirin. Heta armanca girtiyan pêk bê em ê nobeta xwe bidomînin. Ji bo rakirina tecrîdê îro di girtîgehan de ciwanên me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Banga me ji rayedaran ew e ku dengê zarokên me bibihîzin.”   Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dewam kir.