'Dê bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê' 2023-12-23 09:02:29     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Rêveberên DEM Partiyê yên Colemêrgê derbarê grevên birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyeke mayînde divê demildest tecrîd bê bidawîkirin."   33 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Di 10'ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma"Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanyayek hat destpêkirin. Ji bo piştevaniya kampanyayê jî di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştre jî xizmên girtiyan bi heman daxwazê li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê jî dest bi çalakiya Nobeda Edaetê kirin.    Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê tecrîd, çalakiya greva birçîbûnê û Nobedên Edaletê de ji ajansa me re axivîn.    'Divê tecrîd bê bidawîkirin'   Aliye Tîmur, di destpêka axaftina xwe de berxwedana girtiyan silav kir û diyar kir ku divê di serî de tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtîgehan bê bidawîkirin. Aliye, wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi salan e em ji Rêberê xwe agahî nagirin.  Hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Em niha rewşa wî ya dawiyê nizanin. Divê Gelê Kurd ji bo bi dawîkirina tecrîda li hemû girtîgehan pêk tê bikeve nava hewldanan. Heke tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin dê tecrîda li ser hemû girtiyan û Gelê Kurd jî dê bi dawî bibe." Aliye, da zanîn ku niha li girtîgehan girtî berxwedaneke mezin didin û wiha bi lêv kir: "Divê Gelê Kurd xwedî li berxwedan û têkoşîna girtiyan derkeve. Ez dixwazim ku daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. Bila gavek bê avêtin. Ez carek din bang li her kesî dikim ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin."    'Em ê daxwazên girtiyan ragihînin'   Hatîce Uçar, destnîşan kir ku girtî di nava çar dîwaran de dest bi berxwedanê kirin û wiha axivî: "Bi berxwedanê dixwazin dengê xwe ragîhinin li tevahiya cîhanê. Em ê jî vê dengê dibhisin û bidin bihistandin jî. Çalakiya greva birçîbûnê di hiqûqê de heye. Em ê dengê girtiyan raghînin hemû deveran. Tirkiye pirsgirêka kurd û tecrîdê nabîne. Mixabin medyaya alîgir grevên birçîbûnê ya girtiyan nabîne. Guh nadin daxwazên girtiyan. Divê daraz serbixwebûna xwe ispat bike. Ji bo çareseriyê û aştiyê gava ewilî bidawîkirina tecrîdê ye û ya din jî çareseriya pirsgirêka kurd e."