Li Mêrdînê çalakiya Nobeda Edaletê 2023-12-22 14:35:27     MÊRDÎN - Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê derbarê rewşa girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne daxuyaniyek da û bang li Meclîs û partiyên siyasî kir. Dayika Aştiyê Besna Gunay jî di daxuyaniyê de diyar kir dê li Mêrdînê jî dest bi Nobeta Edaletê bikin.   Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin di 27’ê mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” daye destpêkirin daxuyanî da. Ji ber barîna barana zêde û bahoza li bajêr daxuyanî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Dayika Aştiyê Besna Gunay a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku gelê kurd bi komkujiyan nikare were sekinandin û banga bidawîkirinan polîtîkayên şer kir. Besna, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em dixwazin tecrîda li ser Serokatiya me were rakirin. Em weke gelê Mêrdînê ji vir radigihînin ku em ê li dijî vê yekê çalakiya nobetê bidin destpêkirin. Em di ferqê de ne ku dereng jî mayîne. Em ê jî li hundir, li derve li her derê çalakiyan li dar xînin. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em dixwazin herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û tev li çalakiyan bibe û hestiyar bibe.”    Besna bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan tên meşandin û bi gotina “Bijî berxwedana zindanan” axaftina xwe bi dawî kir.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Lokman Emen ê pişt re daxuyanî xwend, diyar kir ku girtî bi bikaranîna mafê xwe yê Destûra Bingehîn ê Demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Lokman, qala hevdîtinên xwe yên bi girtiyan re kir û anî ziman ku rêveberî vîtamîn, xwê û şekir nade girtiyan. Lokman, destnîşan kir ku li gorî protokola çalakiya greva birçîbûnê pêdiviya xwarinê nehatiye bicihanîn û bi lêv kir ku derbarê girtiyan de lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin û ev pêkanîn bi şertên tecrîdê zêdebûne.    Lokman, bal kişand ku divê di serî de mafê tenduristiyê, mafê jiyanê yên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bê parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê pêkanînên tecrîda giran bên bidawîkirin û Girtîgehên Tîpên F, S, Y û Ewlehiya Bilind bên girtin, îşkence û mûameleya xerab were bidawîkirin, derbarê berpirsyaran de lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin, bêyî cihekariyê girtî bi awayekî adil werin darizandin, xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê, şertên hijyen, mafên çandî û civakî û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bikarin pêk bînin, mafên wan ê jiyanê were parastin û pêşî li mirina were girtin.”   Lokman, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, li dijî normên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navnetewî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi bûyerên 8 salên dawî bi awayekî zelal hatiye nîşandan ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêdiviyeke û israrkirina di şer de ti feydeyê nade welat, berovajiyê vê zirarê dide. Di vê wateyê de rol û mîsyona Birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bênîqaş e. Di vê çarçoveyê de em bi bîr dixin ku girtiyên di 27’ê mijdara 2023’yan de di greva birçîbûnê de ne, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dikin û em destnîşan dikin ku daxwazên wan daxwazên me ne. Di serî de Wezareta Dadê Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan a Meclisê, rêxistinên hiqûqî yên netewî û navnetewî vedixwînin ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Her wiha ji bo ku banga civîna awarte li Meclisê bê kirin em partiyên siyasî vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”