Fîgen Şahîn a girtî: Dê roj bibe roja me! 2023-12-21 11:12:51     ÎZMÎR - Fîgen Şahîn a li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, di axaftina xwe ya telefonê ya bi malbata xwe re peyama “Ev roj dê bibe roja me” da.   Çalakiyên grevên birçîbûnê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan hatibûn destpêkirin, dewam dikin.   'Kelecaneke mezin heye'   Fîgen Şahîn a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ew silavên xwe ji hemû girtiyên di grevê de re dişînin û moralê wan cih e. Fîgenê di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Kelecaneke mezin heye. Em ji Rêbertî, gelê me yê welatparêz û hemû hevalên me yên di grevê de ne, silavên xwe yên germ pêşkêş dikim. Hevalên me ji bo 'ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî çareseriya siyasî' dest bi greva birçîbûnê kirin. Me bi Cîhan Oner re dest bi greva birçîbûnê kir. Rewşa me pir baş e. Li hemû girtîgehan ev rewş heye. Em hem hestiyar in û hem jî dilê me yek e. Pêvajo dê bi vê baweriyê bê bersivandin. Bi vê kelecan silavên xwe ji hemû hevalên xwe yên kedkar û hemû gelê Kurd re dişînim. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim. "Ev roj dê bibe roja me."