'Xwedîderketina li berxwedana girtiyan girîng e' 2023-12-21 09:04:48     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Siyasetmedarên jin bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin: "Girtiyê nexweş ên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin, an jî nêzî mirinê ne serbest tên berdan ev sepandina tecrîda girankiriyê. Ji ber vê jî xwedîderketina li berxwedana girtiyan girîng e."    Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmehê de kampanyayek hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.    Tecrîda ku bi her awayî bandorê li tevahiya girtîgehan dike rewşa girtiyên nexweş dixe xeterê. Rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj girantir dibe. Girtiyê nexweş ên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin, an jî nêzî mirinê ne serbest tên berdan nîşaneya tecrîda girankiriyê. Siyasetmedarên jin derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser tecrîdê û banga bi dawîkirina tecrîdê kirin.    'Divê malbat biçin Îmraliyê'   Rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Konakê Ruhtan Ulu, diyar kir ku divê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çalakiya ku li girtîgehan hatî destpêkirin girîng e û divê xwedîderketineke mezin pêk bê. Niha li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Makbûle Ozer yek ji wan e û nexweş e. Piştî hat berdan dîsa hewladan girtina wê di rojevê de ye. Ji bo neyê girtin divê em hestiyar bin. Tecrîda li hemberî Birêz Ocalan tê wateya tecrîda li hemberî hemû girtîgehan. Divê malbat biçin serdana Birêz Ocalan. Nêzî 3 sal in malbat naçin hevdîtinê û em ji tenduristiya wî bi fikar in."    'Ligel nexweşiyên xwe jî têdikoşin'   Ruhtan, da zanîn ku girtiyên nexweş ligel nexweşiyên xwe li ber xwe didin û wiha bi lêv kir: "Heke ew bi nexweşiyên xwe piştevaniya têkoşînê dikin divê em jî bêtir piştevaniya wan bikin. Ji bo vê yekê jî divê xebat bên kirin. Divê li sazî û dezgehan jî grevên birçîbûnê bên destpêkirin. Ji bo bi dawîkirina çalakiya greva birçîbûnê dê demildest malbat biçe serdana Birêz Abdullah Ocalan."   'Ligel zilmê li ber xwe didin'   Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Bucayê Nurşen Ataman jî bal kişand ser zilma ku li girtîgehan pêk tê û got: "Girtiyên nexweş Cemal Tanhan û Mehmet Guvcîn jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên me ligel her cure zilmê dîsa jî li ber xwe didin. Heta ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe. Divê em xwedî li girtiyan derkevin û dawî li zilmê bînin. Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û divê em agahiyek jê bigirin. Ji bo vê jî divê em serî rakin. Rêya wan rêya meye û rêya azadiyê ye."    'Tecrîd û rewşa girtiyên nexweş mijarên sereke ne'   Rêvebera DEM Partiyê ya bajêr Ayfer Yildirim, ji bo Gelê Kurd mijara herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e û wiha axivî: "Li hemberî girtiyên nexweş zilmek mezin heye û mirinê li wan ferz dikin. Li Îzmîrê hevalê me Cemal jî nexweş bû û em ketin hewldanê ji bo berdana wî. Nêzî mirinê Cemal serbest hat berdan. Cemal hat berdan lê piştî demekî jiyana xwe ji dest da. Bi dehan hevalên me yên nexweş hene û girtî ne. Dibêjin darvekirin nîne lê bi vê rêbazê darvedikin. Rewşa girtiyên nexweş û tecrîd mijarên me yên sereke ne."   'Divê em bibin dengê girtiyan'   Ayfer, diyar kir ku tenê daxwezek wan heye aştî û jiyana bi hev re ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevalên me yên ku vê daxwazê tînin ziman jî bi mirinê re rûbirû dimînin. Ev tişt dilê me dişewitîne. Divê gel mijara girtiyên nexweş û tecrîdê bigire rojeva xwe û bibe dengê girtiyan. Hevalên me dest bi greva birçîbûnê kirin û li vir berxwedaneke mezin heye. Li hindûr bêtir bi şîdetê re rûbirû dimînin lê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê jî divê em bibin dengê wan."