Ceylan Akça Cupolo: Mûxatap Birêz Ocalan e 2023-12-19 09:03:19     AMED - Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo, têkildarî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hatiye destpêkirin, nirxandin kir. Ceylanê got:"Li dijî bêçareseriyê divê mûxatabek hebe. Mûxatap Birêz Ocalan e. "   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat lidarxistin. Tevlîbûna ji bo vê kampanyayê dewam dike. Ji bo piştevaniya vê kampanyayê di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bidem-dorveger ji aliyê girtiyên siyasî ve dest pê kir. Xizmên girtiyan jî li derve li 5 bajaran dest bi Nobeda Edaletê kir.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, têkildarî pêvajoyê nirxandin kir.    'Sedema gelek pirsgirêkan tecrîd e'   Ceylanê bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek pirsgirêkan jî bi xwe re tîne û wiha got:"Di 27'ê Mijdarê de li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Tenê peyvek ku daxwaza grevên birçîbûnê bi awayekî kurt rave dike, heye. Ew jî tecrîd e. Ev tecrîda 33 meh in li Îmraliyê tê kirin, gelek tiştî rave dike. Sedema gelek pirsgirêkan tecrîd e. Wekî mîna, siyaseta şer a kûr dibe... Li Tirkiyeyê di 20 salên dawî de butçeya parastina neteweyî heye û îstihdama leşker û polîsan a xwe digihêjîne nîv milyonê. Çekên ku ev nîv milyon mirov wê bi kar bînin çêdikin. Ji bo fînansmana van çekan jî ji butçe û qirika gel qut dikin."   'Mûxatap Birêz Ocalan e'   Ceylanê da zanîn sedema şer, qeyran, tundî û şer tecrîd e û wiha pê de çû:"Çareserî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ji bo pirsgirêk çareser bibin mûxatap Birêz Ocalan e. Girtiyên siyasî yên di girtîgehan de jî ji bo tecrîd bi dawî bibe, pêşî li diyalogê vebe, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk, ji bo çareseriyek aştiyane ketin greva birçîbûnê."   'Hiqûqê li gor xwe bi kar tînin'   Ceylanê diyar kir ku ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest bi Nobeta Edaletê hat kirin û wiha got:"Hiqûqê li gor xwe bi kar tînin. Mafên girtiyan nadin wan. Divê ev yek bi dawî bibe. Ji bo em vê siyasetê li ser bingeheke rast bidin rûniştandin em di nava hewldanekê de ne. Em hewl didin deng bidin vê yekê."   'Em hewl didin daxwazên hevalên xwe bidin bihîstin'   Ceylanê da zanîn têkoşînê bi qedexekirina ziman û çandê dest pê kiriye û wiha got:"Çîroka me hemûyan li ser axa Kurdistanê dest pê kir. Ji qutkirina ji axa xwe dest pê kir. Dema em li ser vê axê man xizmeke me yan jî hezkiriyekî me hatin kuştin. Bi qedexekirina zima û çanda me dest pê kir. Di eslê xwe de cihê em jê hatine diyar e. Dera ku em ê pê de herin jî encax em diyar bikin. Em dixwazin gel bi awayekî çalak tevlî siyaseta demokratîk bibe. Em bang li her kesî dikin ku bibin perçeyek ji vê nobetê. Em hewl didin daxwazên hevalên xwe bidin bihîstin. Em bang li herkesî dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê."