Kareya zilma dewletê Dayika Taybet: Ew êdî dayika her kesî ye 2023-12-18 09:04:31   Oznur Deger   ŞIRNEX - Di dema qedexeyên derketina derve ya li Sîlopiyê de Taybet Înan hatibû qetilkiri nû cenaza wê 7 rojan li kolanê mabû. Keça wê Halîme Akin wiha got: “Heta em bimrin em dayika xwe ji bîr nakin. Em ê xwedî li doza xwe derketin. Dayika min çîroka her kesî ya her demê ye. Ew êdî dayika her kesî ye.”   Di 19’ê Kanûna 2015’an de li Sîlopiya Şinexê li taxa Nuh li kolana 58’an di dema qedexeyên derketina derve de Taybet Înan ya 57 salî hat qetilkirin û cenazeya wê 7 rojan li kolanê hatibû sekinandin. Dayika Taybet ku li dijî zilma dewletê mînaka berxwedana gel bû, bi sekna xwe  li dijî tundiyê têkoşiya û axa xwe terk nekir.    Di 1993’yan de kurê wê Botan yê 3 salî û keça wê Esmer ya 10 salî ku li derve bi hevalên xwe re dilîst pêlê mayînê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Dayika Taybet ji wê şûnde dibe pêşenga girîng ya welatparêziya Kurd û tevli têkoşînê dibe.   Piştî dayika wê keça wê jî tê qetilkirin   Keça Taybetê, Heznî Înan jî li taxa Cudî ya Cizîrê di dema qedexeyan de bi bodrumekê de hat şewitandin û qetiklirin. 8 sal şûnde di 7’ê îlonê de cilên Heznî yên parçekirî û şewitandî di sê zerfan de teslîmê malbatê hat kirin.    Dayika Taybet di 19’ê Kanûnê de saet dora 19.00’an li kolanê hat qetilkirin. Birayê wê Yusuf hewl dide Taybetê xilas bike lê çawa diçe derve ew jî tê qetiklirin. Hevjînê wê Halît Înan dixwaze biçe alîkairiya Taybetê. Lê ew jî ji destê xwe birîndar dibe. Taybet ku dibîne hevjînê wê hewl dide wê xilas bike dibêje "Tu here em yek çûn bila yek bimîne ku li zarokên me binêrin".   7 rojan li kolanê ma...   Tevî hemû hewldanan cenaze 7 rojan û 7 şevan li kolanê ma. Ew dîmenê wêne tundiya dewletê bi her awayî nîşan da. Li gorî rapora otopsiya 25’ê Kanûna 2015’an de hat derxistin hat gotin ku 10 gule li Taybet Înan ketiye û sedema mirina wê jî girêdayê van xwîn çûye ser mêjiyê wê. Seranserê qedexeyan wek hemû qetilkirinan ya Dayika Taybet jî bê encam ma. Ne kes tê darizandin ne kes hsab dide.   Keça Taybet Înan, Halîme Akin der barê salvegera dayika xwe de axivî.   ‘Jinek welatparêz bû’   Halîme diyar dike ku dayika wê jinek Kurd a welatparêz bû û wihagot: “Dayika min jinek berxwedêr bû. Li dijî pergala feodal bû. Jinek wisa xurt bû tu carê bêzar nedibû. An jî nîşanê me nedida. Her tim mîvanên wê hebûn. Comert bû. Ji her kesî hes dikir. Lİ dijî derdora xwe hestiyar bû. Wekheviya jin û mêr diparast.   ‘Cenazeya hemû zarokan yek bi yek ji hev da alî’   Halîmeyê wiha berdewam kir: “Dayika min pir zehmetî kişandin. Kurê wê, hevjînê wê hatin girtin. Sê zaorkên wê jiyana xwe ji dest dan. Botan û Esmer di salên 90’î de pêlê mayînê kirin û jiyana xwe ji dest dan. 7 zarok li derve dilîstin. Pêlê mayînê kirin û mirin.  Mayîn du carî teqiyabû. Goştê zarokan bi dîregan ve daliqî bû. Dayika min li zarokan geriya. Çû cihê bûyerê. Leşker li wir bûn. Her kesî got neçe tuyê jî bimrî. Lê ew çû. Du rojan goştê zarokan kom kir û cneaze ji hev dan alî.”   ‘Axa xwe terk nekir’   Halîmeyê balkişand ser qedexeyên derketina derve û wiha got: “Dema qedexe destpêkirin dayika min got ez naçim cihekî.  Di roja çaran a qedexeyê de dayika min hat qetilkirin. Min dayika xwe sibeha ku bê qetilkirin dît. Kolana me ten bû. Dayika min dema çû malê got ‘Tiştek bi min bê tu neyê, kolan tengin wê li te bixin. Zarokên te hene kes tune lê binêre’. Dayika min sibehê ev got êvarê saet di 19.00’an de hat qetilirin.  Bavê min hewl da dayika min xilas bike. Dayika min ji bavê min re dibêje ‘ez çûm hun neyên’. Bavê min ben davêje ku dayika min bikşîne. Destê bavê min derdikeve derve û guleyan direşînin. Bavê min ji destê xwe birîndar bû. Dayika min heta dawiya jiyana xwe navê xwişka min Heznî aniye ziman.”   ‘Dayika min nemir, radizê’   Halîmeyê nêrînê xwe wiha berdewam kir: “Li derve dengê pevçûnan hebû. Ez nav guleyan de hema mala dayika xwe çûm. Min dayika xwe pirsî gotin wa li kolanê ye. Min tiştekî spî girt û xwest ez biçim derve. Lê her cara min hewl da gule direşandin. Dem amin dayika xwe wisa dît cîhana min reş bû. Min got dyika min nemiriye razaye. Cenazeya dayika min 7 rojan li erde ma. 22 rojan jî li morgê hat sekinandin. Piştre xwişka min Heznî bi bodurman de hat şewitandin û qetilkirin. Xwişka min li goristana bêkesan defin kirin. Piştre DNA derket me dayika min û Heznî ligel hev definkirin.”   Heta bimrim jibîr nakim   Halîmeyê wiha dawî lê anî: “Heta bijîm wê pêvajoyê bişopînim. Hîna edelet pêk nehatiye. Kes nehat darizandin. Kes nehat girtin. Dayika min, apê min bi dehan kes. Dayika min li kolanê hat qetilkirin. Hesabê vê zilmê nehat pirsîn. Heta bimrim wê dayika xwe jibîr nekim. Ez ê xwedî li doza wê derkevim. Dayika min hîna dijî. Dayika min çîroka her demî, çîroka her kesî ye. Ew êdî dayika her kesî ye.”