‘Gel ji Îmraliyê agahiyê dipê’ 2023-12-14 09:04:24     Oznûr Deger    MÊRDÎN - Siyasetmedarên jin, diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 mehe agahî jê nayê girtin divê demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Siyasetmedaran wiha got: “Gel ji Îmraliyê agahiyê dipê.”   Girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û grev didome. di 4’ê Kanûnê de li Mudanyayê bi meznahiya 5.1 erdhej çêbû û ji ber agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin fikar mezin bûn. Çalakiya girtiyan bi koma duyemîn didome.    Girtiyan di hevdîtiên bi malbat û parêzeran re banga xwedî derketina çalakiyê li rayagiştî kirin.   ‘Li ser gelê Kurd zilma mezin heye’   Rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Qoserê Mevlude Çelebî da zanîn ku girtin û binçavkirin para Kurdan ketiye û wiha dirêjî daye: “Li ser Gelê Kurd zilmek mezin heye û heta ev zilm neyê şikandin wê bidome. Gelek siyasetmedarên me girtîne. Gelek welatî girtîne. Ji ber parastina maf hatin girtin. Gelek girtiyên nexweş hene. Em li derve wekê di girtîgehê de ne dijîn. Rewşa girtîgehan bê guman hîn bêtir girane û mirovan dike fikaran.”   ‘Gel ji Îmraliyê agahiyê dipê’   Mevludeyê balkişand ser tecrîda li girtîgehan û wiha daxuyand: “Girtî li dijî vê zilm û tecrîdê ketine greve. Li girtîgehan berxwedan didome. Em dixwazin deng bidin grevên birçîbûnê. Divê her kes bibe dengê girtiyan Ne tenê girtî  hemû Gelê Kurd û Tirk di bin tecrîdê de ye. Bi salane agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Erdhej çêbû em nikarin agahî jê bigirin. Her kes bi fikare. Divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih. Gel agahiyê dipê. Dewleteke ku hiqûq, maf û edelet lê tunebe nikare bimeşe.”   ‘Em ê çalakiyan bidomînin’   Rêvebera DEM Partiyê a Stewrê Emîne Aydogan jî daxuyakirin ku divê gel piştgiriyê bidin çalakiyan û wiha dirêjî daye: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. Divê Gelê Kurd dakeve qadan û daxuyaniyan bidin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Heta serokatiya me neyê berdan wê têkoşîna me bidme. Em dixwazin parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Em bi fikar in.”   ‘Divê em bibin dengê girtiyan’   Hevsreroka DEM Partiyê ya Artukluyê Remziye Abika jî balkişand ser tecrîda ku her diçe giran dibe û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Divê gelê me li dijî tecrîd û grevên birçîbûnê bibe deng. Divê gel bibin yek û li dijî vê rewşê îtîraz bikin û bi hev re têbikoşin.”