Li Stenbolê starta 'Nobeta Edaletê' hat dayîn 2023-12-13 14:46:59     STENBOL - MATUHAY-DER’ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Stenbolê dest bi "Nobeta Edaletê" kir.    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bagcilar a Stenbolê "Nobeta Edaletê" da destpêkirin. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Bi jiyana azad re em tecrîdê bişikînin” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin.    Serê ewilî Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Murat Kalmaz axivî û bal kişand ser girîngiya nobetê û  grevên birçîbûnê û got: "Dê bi nobetê bibin dengê daxwazên girtiyan. Divê ciwan tevlî vê pêvajoyê bibin."   Piştre ji Dayikên Nobeta Edaletê Fînce Akman axivî û da zanîn ku dê li dijî tecrîdê çalakiya xwe bidomînin û dev  jî têkoşîna xwe bernadin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan bandore li zarokên me û girtiyan dike. Ez bang li her kesî dikim ku bên tevlî çalakiya me bibin."    Ji çalakvana Nobeta Edaletê Kumrî Akgul, jî da zanîn ku divê parêzer û malbat bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îktîdar zextên li hemberî girtîgehan her ku diçe zêdetir dike. Her wiha 33 meh in tu agahî ji rêberê xwe nagirin. Rojên borî li Gemlîkê erdhej pêk hat û me xwest em hevdîtinê pêk bînin. Ez carek din bang li CPT'ê dikim ku bila berpirsiyariya xwe pêk bîne."   Cemîle Karakaş jî çalakvana Nobeta Edaletê ye daxwaza bi dawî kirina tecrîdê kir bang li her kesî kir ku berpirsiyariya xwe bînin cih.    Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr jî metna daxuyaniyê xwend. Dîlek destnîşan kir ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in agahî nayên girtin û da zanîn ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine. Dîlek, daxuyand ku ji roja Abdullah Ocalan hatiye radestkirin heta niha di tecrîdê de ye û ev tecrîd ji sala 2015’an ve hatiye girankirin. Dîlek, daxuyand ku domandina tecrîda girankirî encama polîtîkayên înkar û îmhayê ya AKP-MHP’ê ye.     Dîlek Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda giran a li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan belav bûye. Ji ber vê tecrîdê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Di grevên birçîbûnê yên berê de gelek girtiyan uzvên xwe winda kirin. Heta gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Weke MATUHAYDER’ê em naxwazin heman êş bên jiyîn. Lewma em bang dikin ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bê bidawîkirin.    Ji bo bidawîbûna êşên ku bi sedan salane li ser vê xakê tên jiyîn, em bang li rêxistinên civaka sivîl, saziyên hiqûqê û partiyên siyasî dikin ku ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin. Em careke din bang li hikûmetê dikin ku daxwazên girtiyan qebûl bike. Em bi girtiyan re ne û ji bo rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk aştiyane, Nobeta Edaletê didin destpêkirin.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û bi çepikan bi dawî bû.    Çalakî dê her roj saet ji saet 11.00’ê heta 17.00’ê bidome. Her wiha dê her sê rojan carekê li navnîşaneke cuda bê lidarxistin.