Hevseroka ANYAKAYDER'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin 2023-12-12 09:05:26     Elfazî Toral   STENBOL - Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Emîne Arslan bertek nîşanî êrîşên dawî yên li hemberî cenazeyan û radestkirina cenazeyan a di qutiyan de da û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê yekê bi malbatan re têkoşînê mezin bikin.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet zarokên gelê Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê qetil dikin. Êrîşî cenazeyên ciwanên Kurd dikin û di qutiyan de didin malbatên wan. Bertekên li hemberî êrîş û îşkenceya li ser cenazeyan dewam dikin.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî çendek berê bi dirûşma "Bi nirxên xwe yên bingehîn ber bi siberoja azad ve" li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.   Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Emîne Arslan nirxandin kir.   'Em ê bi berxwedaneke xurt têkoşîna xwe bidomînin'   Emîneyê bi lêv kir ku ew ê di sala nû de xeta têkoşînê hîn xurtir pêş bixin û diyar kir ku ew ê ji her demê zêdetir li ber xwe bidin û xeta têkoşînê ya xurt û berxwedêr pêş bixin. Emîneyê diyar kir ku ew êrîşên dawî yên li hemberî cenazeyên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan di qutiyan de dane malbatan, notmsl nabînin û destnîşan kir ku ew vê helwestê qebûl nakin. Emîneyê got, “Em ê li hestiyên xwe xwedî derkevin û em ê ji her demê bêtir xwedî derkevin. Hem saziya me hem jî malbat dê li kesên jiyana xwe ji dest dane xwedî derkevin. Di salên dawî de her tim cenaze di qûtiyan de didin malbatan. Ev bi tu awayî ne exlaqî ye. Ev li derveyî wijdanê ye. Em vê yekê qebûl nakin û malbat jî vê yekê qebûl nakin. “Divê tu kes vê qebûl neke."   'Têkoşîna me mezin dibe'   Emîneyê bi lêv kir ku divê tu dayik û civak jî vê qebûl nekin û wiha got: “Ez hem weke dayikekê û hem jî weke hevseroka vê saziyê vê bêexlaqiyê bi temamî qebûl nakim. Emîneyê bi lêv kir ku ketine pêvajoyeke girîng û wiha got: “Dewlet roj bi roj zextên xwe kûrtir dike. Lê têkoşîn û berxwedana me jî roj bi roj mezin dibe. Em dikarin bi têkoşîna malbatên xwe ya bi me re bi ser bikevin û ji bo vê jî divê kes vê bêhiqûqiyê qebûl neke. Divê em di pêvajoyeke wiha de mil bidin ehv û nêzîkatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan qebûl nekirin."   'Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re têbikoşin'   Emîneyê diyar kir ku ew ber bi pêvajoyeke girîng ve diçin û got, "Çi ji destê min bê em ê hewl bidin bikin." Emîneyê bi bîr xist ku li  dijî polîtîkayên tecrîdê tên meşandin, wê bi malbatan re têbikoşin û wiha dewam kir“Binpêkirinên mafan û polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan her ku diçe kûrtir dibin. Em binpêkirinên mafan şermezar dikin. Em polîtîkayên tecrîdê şermezar dikin. Werin em li cenazeyên xwe xwedî derkevin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez jî li vir soz didim malbatan,  di vê pêvajoya giran û girîng de em ê bi wan re bimeşim û bi wan re bin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. "Emîneyê destnîşan kir ku divê hemû gel bi hev re bikevin nava tevgerê û têbikoşin."