Kampanyaya TJA’yê bi tevlibûneke xurt dewam dike 2023-12-12 09:04:25     Pelşîn Çetînkaya   ÊLIH - Aktivîsta TJA’ê Rûken Zeryam Işik Yildiz, têkildarî kampanyaya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabûn destpêkirin da zanîn beşa ewil a kampanyayê qediyaye û derbasî beşa duyem a kampanyayê bûne.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi deklerasyona di 15’ê Îlonê de bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanyaya wê heta 8’ê Adarê dewam bike ragihandibû. Di 20’ê Îlonê de li Şirnex û Stenbolê starta kampanyayê hatibû dayin. Di çarçoveya kampanyayê de atolyeyên derbarê tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, talana xwezayê û zextên li ser zimanê dayikê hatin lidarxistin.   Aktivîsta TJA’ê Rûken Zeryam Işik Yildiz, têkildarî kampanyayê axivî.   ‘Xebat li ser esasên rêxistinbûyinê tên meşandin’   Rûkenê da zanîn kampanyaya ew didin meşandin li ser du beşan didome û wiha got: "Me beşa ewil bi kesên di saziyan de dixebitin da meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de atolyeyên derbarê tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, talana xwezayê û zextên li ser zimanê dayikê hatin lidarxistin. Em li kuçe û gundan jî vê kampanyayê didin meşandin. Xebat li ser esasên rêxistinbûyina jinan tên meşandin.”   ‘Em beşa duyem a kampanyayê didin meşandin’   Rûkenê da zanîn wan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ev kampanya dane meşandin û beşa wê ya ewil xelas kirine û wiha pê de çû: "Em ê di beşa duyem de xebatên hilbijartinên herêmî jî lê zêde bikin. Me wekî Tevgera Jinên Azad kampanyaya heyî veguhert rêxistinbûyinê. Em bi nûnertiya wekhev diherin her qadê. Wê xebatên me yên bi çarçoveya kampanyayê yên me di serdema hilbijartinên herêmî de dan destpêkirin hebe û ev ê li ser teşwîqkirina jinan be.”   ‘Di xebatan de tevlibûna jinan zêde ye’   Rûkenê diyar kir ku di xebatên dikin de tevlibûna jinan zêde ye û wiha bi dawî kir: "Bi tevlibûn û têkoşîna jinan wê gelek tişt bê bidestxistin. Baweriya min bi vê yekê heye. Li Îmraliyê niha tecrîdek heye û binpêkirina mafan a zêde heye. Loma jî girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine. Loma divê herkes piştgiriyê bide vê çalakiyê.”