'Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’ 2023-12-11 09:03:50   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Siyasetmedar û Dayikên Aştiyê der barê kampanyaya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin hatiye destpêkirin û grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî bi heman daxwazê dane destpêkirin de axivî û diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin  û gotin mifteya aştiyê li Îmraiyê ye.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin nêzî 3 sal in  agahî jê nayê girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtinek telefonê pêk anîbû. Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ tên redkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de li gelek deverên cîhanê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin. Girtiyên siyasî jî di 27’ê Mijdarê de daxuyandin ku di çarçoveya kampanyayê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.   Jinên Îzmîrê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya ku girtiyan daye destpêkirin de axivîn.   ‘Em edalet û aştiyê dixwazin’   Dayika Aştiyê Nufuse Ataç greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin pîroz kir û got tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sê salên xwe tije dike. Nufuseyê wiha vegot: “Hevdîtinên malbat û parêzeran tên astengkirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê li girtîgehan dest pê kirin. Ez dixwazim dengê xwe bi wezareta dadê, hiqûqnas, CPT û Ewropayê bidim bihîstin. Bila ji dengê wan re bibin deng. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Em edalet û aştiyê dixwazin.”   ‘Em tecrîdê qebûl nakin’   Nufuseyê destnîşan kir ku bi tecrîdê dixwazin têkiliya navbera gel û Abdullah Ocalan de bê qutkirin û wiha domand: “Heta tecrîda li ser  Abdullah Ocalan neyê rakirin aştî jî nayê. Mifteya aştiyê Îmralî ye. Dema tecrîdê rakin aştî jî tê, demokrasî jî wê bê. Divê dewlet vê bizanibe. Em tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gel, girtiyan tê meşandin. Divê em piştgiriyê bidin greva girtiyan. Divê em wan tenê nehêlin. Ez bang li hemû kesî dikim. Divê em vê tecrîdê têk bikin.”   ‘Tecrîdê rakin, êdî bes e!’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sebahat Ulusan anî ziman ku ew dixwazin tecrîd bê şikandin û aştiyê dixwazin. Sebahatê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Li vî welatî xwîn jixwe pir rijiyaye. Em dixwazin tecrîd rabe aştî bê. Daxwaza hemû gelan ev e. Bila tecrîd rabe. Şertên girtîgehan pir zehmet in. Hevalên jin pirsgirêkan dijîn. Der barê tecrîdê de tu agahî tune ye. Girtîgeh bi bandor dibin. Li ser gelê Kurd tecrîd heye. Ji ber vê divê tecrîd rabe.”   ‘Di nav çar dîwaran de bedena xwe danîn holê’   Hevseroka HEDEP’a Menemenê Adîle Yagan jî bal kişand ser tecrîda giran û destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyên Îmraliyê bên vekirin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê sedemê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê. Jixwe di nav çar dîwaran de ne. Wan jî bedena xwe danîn holê. Li derve divê em malbatên girtiyan tenê nehêlin. Ji bo piştgiriyê divê em dengê xwe bilind bikin. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Gelek girtiyên nexweş hene. Cezayê wan temam dibe lê taloq dikin. Girtî nayên berdan. Ev jî tecrîdek cuda ye. Heyetên Ewropayê, CTP tên hevdîtinan dikin. Lê CPT hevdîtinê aşkera nake. Divê hikûmet bixwazin ku CPT jî vê aşkera bike. Abdullah Ocalan diyar kir ku ‘bila destûrê bidin ez di hefteyekê de şer ji holê radikim.’ Gelê Kurd her tim li alî aştiyê bû. Şer nexwest. Ev welat ê me hemûyan e. Mafê her kesî heye.”   ‘Li girtîgehan berxwedanek mafdar heye’   Hevseroka HEDEP’a Alîaga Gul Ekîcî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Divê tecrîd bê rakirin bi Birêz Ocalan re diyalog bê destpêkirin. Li girtîgehan berxwedanek mafdar heye. Em hemû bar li girtiyan bar dikin. Ev jî kêmasiya me ye. Şertên girtîgehan ji xwe giran in. Li Girtîgeha Şakranê niha ava germ tê birîn. Pirsgirêka germbûnê dest pê kiriye. Hevalên me li dijî tecrîdê berxwedanek xurt didin. Divê em jî xwedî li berxwedana wan derkevin. Divê em bibin hevkarên berxwedana girtîgehan.”