Dayika girtiya nexweş: Divê em li derve li ber xwe bidin 2023-12-10 09:04:25     AMED - Amîne Kaya ya di 27’ê Mijdarê de tevli greva birçîbûnê ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin bû. Dayika Amîneyê Meryem Soylu da zanîn ku divê xwedî li çalakiyê derkevin û got: "Gelê Kurd di bin şertên giran de hertim bedelên mezin dane. Girtî li hundir li ber xwe didin û divê em jî li derve li ber xwe bidin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, 33 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û wê heta 15’ê Sibatê bidome. Yek ji van girtiyên ku tevli greve bûye Amîne Kaya ya li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan ya Stenbolê girtiye.    Dayika Amîneyê, Meryem Soylu derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    ‘Pêvajoya hebûn û tunebûnê’   Meryemê di axaftina xwe de destnîşan kir ku çalakiyên hatine destpêkirin ne tenê li girtîgehan divê li derve jî bê kirin û wiha got: “Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e. Grevên birçîbûnê di bin şertên giran de pêk tên. Çalakiya ji bo serokatiyê hatiye destpêkirin watedare. Divê gelê me xwedî li îradeya xwe û xwedî li serokatiya xwe derkeve. Gelê Kurd di vê rê de canê xwe malê xwe feda kir. Ev pêvajo gelek girîng e. Divê her kes destê xwe bide ser wijdana xwe. Divê xwedî serokatî, azadî, şehîd û axa xwe derkevin. Ev pêvajo ji bo Gelê Kurd pêvajoya hebûn û tunebûnê ye.”   ‘Di dîroka cîhanê de tecrîdek wisa nehatiye dîtin’   Meryemê da zanîn ku bi azadbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Kurdistan dê azad bibe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dîroka cîhanê de tecrîdek wisa nehatiye dîtin. Gelê Kurd di bin şertên xerab de bedelên giran dan. Gund hatin şewitandin. Mal hatin talan kirin. Girtin û îşkence pêk hatin. Her tişt hat serê Gelê Kurd. Tevî vê Gelê Kurd têkoşîna xwe domand. Gelê Kurd bi berxwedanê bersiv da vê hovîtiyê. Ji vir şûnde jî wê li dijî vê derkevin. Dewlet ji Abdullah Ocalan ditirsin. Ev tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin.” ‘Şertên li girtîgehan ji berê xerabtirin’   Meryemê balkişand ser rewşa keça xwe Amîneyê û wiha domand: “Amîne ji ziravê emeliyat bû. Niha jî ji çavên xwe nexweş e. Randevuyê digire lê nayê qebûlkirin. Ez 9 salan di girtîgehê de mam. Şertê girtîgehê baş dizanim. Xwarin gelek xerabin. Zext zêde ne. Nexweş nayên dermankirin. Şertên girtîgehan niha ji berê girantirin.”   ‘Ez keça xwe û hevalên wê pîroz dikim’   Meryemê daxuyand ku ji keça xwe û girtiyên din tevî di şertên giran de tên girtin û nexweşin jî ketin greve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keça min û hevalên xwe ji bo serokatiyê ketin grevê. Ez wan pîroz dikim. Keça min xwişka sê şehîdan e. Ji bo serokatiyê bi vê nexweşiya xwe ket greve. Ez bang li gel dikim, yên ji xwe re dibêjin ez kurd im, em azadiya serokatiyê dixwazin divê çi ji destê wan tê bikin.”