Divê mafê mirovan bê tavîz bê parastin 2023-12-10 09:02:31     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Ji Rêveberiya ÎHD'ê ya Îzmîrê Denîz Bayrak da zanîn ku hewl têdayîn dewleteke ku mafê mirovan lê tuneye bê afirandin û ji bo parastina maf bi awayekî baş bê meşandin divê bêyî tavîz maf bên parastin.   Freedom Hause di mijara mafê mirovan de lêkolînek kir û di meha hezîranê de rapora li cîhanê azadî (Freedom in the World 2023) weşand. Li gorî raporê 195 welat û 15 herêm hatine lêkolînkirin û Tirkiye di nav welatên ku ne azad e de cih girt.    Ji Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê  Denîz Bayrak da zanîn ku Tirkiye der barê mafê mirovan de berpirsyariya xwe nayne cih û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde binpêkirin derketine asta herî jor. Denîzê daxuyakirin ku ji bo pêşî li vê bê girtin divê mafê mirovan bêyî tavîz bê parastin.   Denîzê da zanîn ku di alî binpêkirina mafan de dewlet berpirsyariyên pozîtîf û negatif nayne cih û got: “Xwenegihandina mafê tenduristî, perwerde û starbûnê bi tena serê xwe binpêkirina mf e. Em behsa ku dewlet peywira xwe nayne cih dikin. Em dibînin ku maf tên sînokirin. Li girtîgehan mînak tecrîd tê meşandin. Mirov nikarin mafên xwe bigirin. Di kuştinên jinan de bêcezahiştin pêk tê. Em di pêkanîna van mafan de qelsiyek mezin dibînin.”   ‘Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê êrîş zêde bûn’   Denîzê di berdeawmiyê de balkişand ser normên hiqûqî û got tê dîtin ku hewldaneke ku xwe di ser biryarên Dadgeha Destura Bingehîn, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dibîne, dertê holê û wiha dirêjî daye: “Bi taybet piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde ev rewş hîn girantir bû. bi KHK’yan mirov ji kar hatin avêtin. Hatin girtin. Zîhniyeta yeparêz derket holê û xwe li ser gelan ferz kir.”   ‘Yên ne li alî xwe qebûl nakin’   Denîzê destnîşan kir ku yên ne ji xwe qebûl nekirin û tune hesibandin, terorîze kirin û  ev tişt bi lêv kir: “Hemû kesên ku feraseta yekparêz xwedî kirin girtin cem xwe û pêş ketin. Me ev bi KHK’yan dît. Gotibûn bila keviran bixwin. Ji mafê xwedîbûnê jî bêpar hiştin. Pergaleke wisa xerab ya her kesî ji civakê dûr dixin heye.”   ‘Em bi mekanîzma zextan re tên rû hev’   Denîzê destnîşan kir ku wek azadiyên fikr û ramanê li ser mafê mirovan jî xwe îfadekirin bi zextan re tê rû hev û wiha domand: “Dibêjin ku ji bilî gotina yekparêz hûn tiştekî bêjin hunê zextan bibînin. An jî tunê tune bên hesibandin. Ji ber vê em bi mekanîzma zextê re tên rû hev. Mafê azadiyê tê astengkirin. Dewlet her tiştî diyar dike. Gotina ku divê bê gotin ya divê neyê gotin, tiştên bên kirin an neyên kirin. Her tiştî ew diyar dike. Bi awayekî kêfî vê dike. Ji ber vê jî li dijî vê divê daxwaz bi giştî bên dîtin û bi tevahî bê parastin. Divê her kes gotina xwe bêjin. Xwe nedin alî.”   ‘Der barê parastina maf de gotin girîng e’   Denîzê di berdewamiyê de destnîşan kir ku parastina mafê mrovan, tê wateya parastina jiyanê û got di esasê de tiştên tên prastin ji ser mafê mirovan tê mezinkirin û ji ber vê gelek bi nirx e. Li meclîsê ji bo parastin maf polîtîka nayên meşandin. Lê armanc ev e ku ji bo jiyaneke baş xebat bên meşandin. Ji ber vê der barê parastina maf de gotin girîng e. Ji ber desthilatdarî çi dibin bila bibin mirov bi mafên xwe dikarin xwe bidomînin. Mafê mirovan pîvanek gerduniye. Kîjan dewlet kîjan civak dibe bila bibe ew têgeh ji bo her kesî her tim derbasdarin. Beriya her titşî divê her kes li gorî bernameya mafê mirovan tevbigere.”   ‘Em bi zîhniyetek yeparêz re rû bi rû ne’    Denîzê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dibistanan der barê mafê mirovan de mufredat hebin jî kî çawa dide fêr kirin nayê zanîn. Nêrîna der barê mafê mirovan de qels tê dayîn. Di vir de jî berpirsyariya dewletê heye lê nayne cih. Ji bo vê divê zêdetir STO û sendika bixebitin. Ji ber em bi zîhniyeke yekparêz re rû bi rû ne. Hewl têdayîn dewletek ku mafê mirovan lê tuneye bê afirandin û ji bo parastina maf bi awayekî baş bê meşandin divê bêyî tavîz maf bên parastin.”